Diyarname
Hunermenda kolombiyayî Shakira û yek ji avakarên 'Pink Floyd'ê Roger Waters li Karayîpê bi buhaya 16 mîlyon dolarî (nêzî 29,5 mîlyon TL) giravek kirîn.
Li gor nûçeya Hindistan Timesê, Shakira û Waters, li giravê ji keştiyên lezîn, yan jî çêkirina sehayên golfê wêdetir dê cih bidin xebatên çandî û hunerî.
Ew dixwazin nêrîneke nû derxin pêşberî sektora tûrîzmê, loma li wê derê digel avahiyên betlaneyê yên luks, dê plajên taybet û çend heb jî otelan çêbikin.


