Diyarname
Lijneya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên li ser bandora pandemiyê ya li ser sînema, opera û şanoyê eşkere kirin. Herî zêde sînema ketiye bin bandora vê yekê.
Saziya şopandina çapemeniyê Ajans Pressê ji arşîva dîjîtal dane dan hev û encam eşkere kirin. Li gor saziyê hejmara nûçeyên sînema, şanoyê yên di çapemeniyê de kêm bûne. Yên hatine belavkirin jî gelek têde li ser betalkirin an jî tevdîrên Covid-19 bûne.
Saziyê ji îstatîstîkên TUÎK'ê jî fêde girtine. Li gor agahiyên hatine belavkirin di sala 2020'î de sedî 69,5 li gor 2019'an temaşevanên sînemaye kêm bûne. Di şanoyê de sedî 43,1 temaşevan kêm bûne û di warê opera û baleyê de jî sedî 20,5 kêmbûnê xwe nîşan daye.


