Diyarname
14'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê bi dayîna xelatan bi dawî bû. Documentarist her sal Xelata Jîrekiya Nû ya Johan van der Keuken dide belgefîlmê derhênerê/a ku yekem an duyem belgefîlmê xwe kişandiye. Îsal ev xelat dan belgefîlmê Serdar Kokçeoglu yê bi navê "Mîmaroglu".
Juriyê belgefîlmên “Patrida” (Derhêner Ayça Damgaci, Tumay Goktepe) û “Gurbet Artik Bir Ev” jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dîtin.
Li aliyê din Xelata FIPRESCI jî dan fîlmê ji Paraguay hatibû yê bi navê "Ji bilî rojê her tişt"
Documentarist îsal di navbera 6-11'ê mehê de li dar ket û 11'yê mehê bi belavkirina xelatan bi dawî bû. Belgefîlmê "Mîmaroglu" ku xelat girt, li ser jiyana bestekarê elektronîk muzîkê Îlhan Mîmaroglu û jina wî Gungor Mîmaroglu hatiye kişandin. Mîmaroglu di salên 1960'an de ji Tirkiyeyê koçî Amerîkayê kiriye. Belgefîlm bi ser arşîvê re çîroka wan, ji gelek aliyanv e, ji aliyê muzîk, evîn, koç û şikênandina xelayan ve digire dest.
***
Nûçeyê Eleqedar:
- Ji panaromayê belgefîlmên bi gelek zimanan
- Beşa online ya Documentaristê dest pê kir
- Li Stenbolê vê carê dor dora belgefîlman e
- Documentarist li benda belgefîlman e


