Diyarname
Cîgira Hevseroka Giştî û Berpirsa Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê Tulay Hatîmogullari di roja salvegera komkujiya êzîdiyan a li Şengalê de daxuyaniyeke nivîsî belav kir û xwest wekî Neteweyên Yekbûyî Tirkiye jî vê komkujiyê bi awayekî fermî nas bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 7 sal ji ser Jenosîda Êzîdiyan re derbas bûye ku Çeteyên DAIŞ’ê 7 sal berê di 3’ê gelawêja 2014’an de jin, mêr, zarok di nav de ji 5 hezaran zêdetir kurdên êzidî li Şengalê qetil kirine û wisa hat gotine: "Bi hezaran kes ji axa ya qedîm hatin koçberkirin, jin û zarok di nav de xisareke mezin, karesateke mirovî li ber çavên cîhanê li dîroka Êzidiyan hat zêdekirin. Êrîşa ku ji aliyê çete û hovên DAIŞ’ê ve li Şengalê hate kirin, di hiş û bîra civaka êzîdî de wekî rûpeleke tarî û wekî fermana 74’an cihê xwe girt. Li Mezopotamyayê kurdên êzidî di dîroka xwe de her tim rastî zilm, koçberî, sirgûn, komkujî û silsileya fermanan hatiye. Êrîşa 3’ê Tebaxa 2014’an di 15’ê Hezîrana (Pûşper) 2016’an de ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve wekî jenosîd hate naskirin û ragihandin."
Daxuyanî dibêje ku gelê me yê êzîdî heta niha 74 caran rastî ferman û komkujiyan hat, lê bi têkoşîn û berxwedanê çanda xwe, zimanê xwe parast, bi pêş xist, li dewlemendiyên xwe xwedî derket. Daxuyanî wisa didome: "Êrîşa 2014’an ji aliyê NY’yê ve wekî jenosîd hate naskirin, lê Tirkiye hê jî vê karesatê û êrîşê wekî jenosîd nas nake û bi ser de her car êrîşî Şengalê dike. Divê Tirkiye jî vê komkujiyê wekî jenosîd nas bike, maf û ewlehiya êzidiyên ku bi neçarî ji welatê xwe hatine bidûrxistin, mîsoger bike, nas bike. Divê nasname û baweriya êzîdiyan bê parastin, tedbîrên yasayî bên wergirtin. Divê hemû sazî û dezgeh û raya giştî ya cîhanê hewl bide da jinên Êzidî yên ku hê jî wekî kole li bazaran tên firotin, bên rizgarkirin."
Daxuyanî wisa bi dawî dibe: "Di 7’emîn salvegera wê de em Jenosîda Êzîdiyan, hovîtiya li Şengalê, wehşeta DAIŞ’ê û piştgirî û hevkariya devletên deverê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Em jin, mêr, zarok, pîrejin-kalemêr, hemû qurbaniyan bi rêzdarî û bi xemgînî bi bîr tînin. Bi boneya vê rojê, em li dijî komkujî û jenosîdan, banga bilindkirina têkoşînê li temamî mirovahiyê dikin."


