Diyarname
Lîstikvan Şerif Sezer, Haluk Bilginer û derhêner Yavuz Turgul bi Xelata Rûmetê dê bêne xelatkirin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kozaya (Guzik) Zêrîn a Edeneyê îsal dê 28'emîn car li dar bikeve. Festîvalê îsal di navbera 13-19'ê rezberê de dê fîlmên xwe pêşkêş bike. Festîvalê niha kesên ku dê Xelata Rûmetê bidin wan eşkere kir. Li gor daxuyaniya festîvalê dê Xelata Rûmetê bidin lîstikvan Şerîf Sezer, Haluk Bilginer û derhêner Yavuz Turgul.
Şerif Sezer di sala 1982'yan de bi fîlmê Yilmaz Guney "Yol" (Xelata Palmiyeya Zêrîn git) navdar bû. Paşê di yê Erden Kiral "Hakkari De Bir Mevsim" (Li Berlinê Xelata Hirça Zîvîn girt) de rol girt. Wê paşê bi di fîlmê Ferzan Ozpetek (Hamam) de lîst û li Edeneyê Şelata Lîstikvana Herî Serketî girt. Sezer ji bilî van jî di gelek fîlmên din de lîst.
Lîstikvan Haluk Bilginer heta niha di gelek fîlm û rêzefîlman de lîstiye lê herî dawî bi rola di "Şehsiyet" de Xelata Lîstikvanê Herî Serketî ya Emmy girt.
Derhêner Yavuz Turgul jî li Tirkiyeyê gelek fîlmên navdar kişandine. Ji "Sultan", "Çiçek Abbas", "Zugurt Aga", "Tosun Paşa", "Muhsin Bey", heta "Kabadayi", "Eşkiya", "Av", "Gonul Yarasi" hin fîlmên wî yên ku têne zanîn in.


