Diyarname
Kovara mîzahî ya heftane Lemanê vê hefteyê zarokê kurd Mîhraç Mîroglu yê 7 salî xist berga xwe.
Di bergê de wêneyê pêşî de li hundir erebeya zirxî yek dibêje "Hay jê hebe, zarokek bi bisqilêt li pêş e". Di wêneyê duyem de ajokar dibêje, "Êdî ew tune ye." Di binê wêneyan de jî Lemanê diyar kiriye ku erebeyên zirxî bi vi awayî bi dehan zarok kuştine.
Zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu li Îdira Şirnexê roja 3'yê rezbera 2021'ê dema li ber mala xwe dilîst erebeye zirxî ya hêzên ewlehiya Tirkiyeyê li wî qelibî bû û zarok di cih de miribû.
Wekî notek: Kovara Lemanê ji sala 1991'ê de hefteyê careke bi tirkî derdikeve. Kovara mîzahî her hefte roja çarşeman li bayiyan e.