logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Saziyên sivîl li Amedê civiyan

700 rêxistinên sivîl ên civakî yên herêmê di komcivîna "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gotina me heyê" de civiyan. Cig

  • Dîrok: 16/10/2011
  • Beş: Nûçe

Amed
700 rêxistinên sivîl ên civakî yên herêmê di komcivîna "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gotina me heyê" de civiyan. Cigîrê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Diyadîn Gezer li ser navê 700 rêxistinên sivîl û civakî axivî, bal kişand ser hevdîtinên Îmraliyê û Qendîlê. Gezer got ku ji ber hevdîtin û muzakere bi dawî bûn pevçûnan dest pê kir. Gezer, da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hê gotin bi dawî nebûne.

Endam û nûnerên 700 rêxistinên sivîl ên civakî yên herêmê li Amedê civiyan. Li ser bangê, endam û rêveberên Baroya Amedê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), MAZLUMDER, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê a Amedê (DTSO), Komeleya Karsazên Pîşesaziya ya Herêma Rojhilatê Başûr (GUNSÎAD), Platforma Şaxên KESK'ê, Odeya Tabîban, Komeleya Sarmaşîkê, Odeya Muşavîrên Aborî, Nûnerê Turk Îş ya 7'emîn, Lijneya TMMOB'ê ya Bajêr, Komeleyên Hemwelatiyên Azad, Meclisa Aştiyê, Nûnerên DÎSK'ê yên Herêmê û Odeya Dermanfiroşan jî di nav de gelek kes li dijî operasyona KCK'ê ku di nav de gelek siyasetmedarên kurd hatin girtin, bi diruşmeya "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gotinên me hene" civiyan.

Civîn li Salona Resêpsiyona Sumerparkê ya Amedê pêk hat. Li ser navê 700 rêxistinên sivîl û civakî Cigîrê Odeya Bazirganî û Pîşesaziye ye Amedê (DTSO) Diyadîn Gezer axaftina destpêkê kir. Gezer, diyar kir ku binçavkirin û girtinên demên dawî dibe, di nava cemaweriye de dibe sedema alozî û bertekan. Gezer, bi lêv kir ku di aliyê hêviyên çareseriyê de şkestinekê pêk bîne.

Gezer, destnîşan kir ku operasyonên girtinê yên li dijî siyasetmedarên kurd, endamên rêxistinên sivîl û demokratîk û platforma saziyên KCD'ê hedef digire û îlegalîze dike. Gezer, got ku mudaxaleya polîsan ya li dijî çalakiyan hemû zêmina demokratîkbûnê teng dike û wiha axivî: "Piştî hilbijartinên 12 pûşperê, muzakerê qut bûn. Astengkirina li pêş hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û operasyonên leşkerî û siyasî li pêşiya pevajoya aştiyê dibe asteng."

Gezer diyar kir ku ev pevajoya pevçûnê wan dixe nava tirs û fikaran û wiha berdewam kir: "Em ditirsin ku Tirkiye vegere pevajoya salên 1990'an. Binçavkirin û girtina rewa û asayî nîşan didin. Ev demokrasiyê birîndar dike. Qutkirina muzakereyê û hevdîtinan, rê li pêş pevçûnan vekir. Polîtîkayên polîs û leşkeran ne çareserî ye. Ev polîtîka çareserkirina pirsgirêka kurd dirêj dike. Jiyana biratiyê birîndar dike. Em wekî saziyên aliyê demokrasî mafên mirovan bang dikin ku her kes li hemberî vê yekê bi hestiyar tevbigere. Em dibêjin ji bo çareseriya pirsirêka kurd gotina me heye."

Piştî axaftina Gezer komcivînê derî li çapemeniyê girt û dom kir. Sibê dê ji bo raya giştî daxuyaniya encamnameyê bê dayîn.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Başûr dikin navenda pişaftinê

ad

Rojnameger Kirkaya bersiva Vatanê da

ad

Ji Berken Bereh pirtûkek helbestan a evînî: Ji dûriyê re

ad

Dema dema heyecana fînalê ye

ad

Rojbiyayişê ê de kerem bikerê; 'Çîrkîn Kral Efsanesî'

ad

Xalid Meşal piştî 37 salan li ser axa xwe ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname