Diyarname
6'emîn Fûara Pirtûkan a Mêrsînê bi organîzasyona CNR Holdîngê deriyên xwe vekirin. Çend weşanxaneyên kurdî jî stand vekirin.
Deriyên Fûara Pirtûkan a Mêrsînê di navbera 20-28'ê mehê de wê vekirîbin. Walîtiya Mêrsînê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê, Midûriyeta Perwerdehiyê ya Mêrsînê, Şaredariya Yenîşehîrê, MTSO bi piştgiriya KOSGEB'ê fûarê li dar dixe.
Ji weşanxaneyên kurdan Weşanxaneya Nûbihar, Dara û Sîtavê stand vekiriye. Nivîskarên kurd dê pirtûkên xwe îmze bikin.


