Diyarname
Derhênerê navdar Nûrî Bîlge Ceylan li Çînê dê bibe Serokê Juriyê ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Şangayê. Festîval 15'ê pûşperê dest pê dike.
Festîvalê Ceylan wekî "Xezîneya Tirkiyeyê" bi nav kiriye û gotiye ku bi 6 fîlmên xwe beşdarî Cannesê bûye, ji wir Xelata Derhênerê Herî Serketî, Fîlmê Herî SerketÎ û Xelata Juriyê girtiye.
Festîvalê diyar kiriye ku Ceylan xwedî zimanekî fîlmê ê xweser e.
Heta îro li Festîvala ŞAngal derhênerên wekî Luc Besson, Chen Kaige, Wong Kar-wai, Danny Boyle, John Woo, Jean-Jacques Annaud, Tom Hooper, Gong Li, Andrei Zvyagintsev, Emir Kusturica, Cristian Mungiu, Jiang Wen di nav juriyê de cih girtibûn. Festîval îsal di navbera 15-24'ê pûşperê de li dar bikeve.


