Diyarname
Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Nobedar a Bakirkoya Stenbolê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê biryara qedexe kirin û berhevkirina berhemên Fetullah Gulen da. CD, DVD û berhemên
Fetullah Gulen yên di qada elektronîk de bi giştî 672 berhem bi sedema "Propagandaya rêxistina terorê" hatin qedexekirin, yên hene biryara berhevkirina wan hat dayîn, firotin û belavkirina wan hat qedexekirin.
DHA'yê (Ajansa Nûçeyan a Dogan) li ser vê nûçe weşand û diyar kir ku ji xala 25/2 ev biryar hatiye girtin.


