Diyarname
41'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê sala bê dê di navbera 8-19'ê avrêlê de li dar bikeve. Festîvalê niha ji bo serîlêdanê deriyên xwe vekirin. Yên bixwazin dikari heta 21'ê rêbendana 2022'yan berhemên xwe bişînin ber destên amadekeran.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê ji sala 1982'yan ve tê lidar xistin. Sala bê dê 41'emîn car li dar bikeve. Di beşa Sînemaya Tirkiyeyê de beşên pêşbaziyê yên wekî Pêşbaziya Neteweyî ya Fîlmên Metrajadirêj, Pêşbaziya Neteweyî ya Belgefîlman, Pêşbaziya Neteweyî ya Kurtefîlman hene.
Di festîvalê de di nav lijneya şêwrê ya Sînemaya Tirkiyeyê de nivîskarên sînemayê Engin Ertan, Kaan Karsan, Nil Kural û Esin Kuçuktepepinar hene. Di nav lijneya ji bo kurtefîlman de jî Oyku Canli, Serdar Kokçeoglu, Ahmet Togaç hene.
Ji bo fîlmên metrajdirêv divê ji 60 deqîqeyî dirêjtir, ji bo kurtefîlman jî divê kurtefîlm ji 20 deqîqeyî kêmtir bin. Her wiha belgefîlm jî divê bi ser 30 deqîqeyî re bin.
Tenê ji ser înternetê re serîlêdan tê qebûlkirin û navnîşan jî ev e: film.iksv.org


