logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Şaredariyên BDP’ê ji bo Wanê seferber bûn

Li gorî Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Şaredariyên BDP'ê "Li holê tune ne", lê Şaredariyên BDP'ê ji bo Wan û

  • Dîrok: 26/10/2011
  • Beş: Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN -
Li gorî Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Şaredariyên BDP'ê "Li holê tune ne", lê Şaredariyên BDP'ê ji bo Wan û Erdîşê ev çend roj in seferber in. BDP'ê ji Amed, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Stenbol, Hatay û hemû bajarên herêma Serhedê bi dehan tir û komyonên alîkariyê ji bo Wan û Erdîşê şandin.

AMED

Li navçeya Bismilê ya Amedê ji bo alîkariyê seferber bû. Li navçeyê heya niha 11 qamyon û 6 TIR şeva din alav û amûr ji Wanê re hatin şandin. Li navçeyê ji bo gelê Wanê tendûr hatin hilkirin û nan hate pijandin. Firinvanên Bismilê jî saet di 01.00'an de ji bo gelê Wanê firinên xwe hilkirin û nan çêkirin. Jinên navçeyê jî li taxan geriyan û ji bo gelê Wanê nan çêkirin. Hemû xwendekarên navçeyê jî pereyên xwe ji gelê Wanê teslîmî maseya krîzê kirin.

Li navçeya Rezan a Amedê jî li 4 nokteyan alîkarî tê komkirin û heya niha 5 qemyon û TIR'ek hatin şandin. Alîkariyên li Şaredariyê Rezan hatin komkirin serê sibê bi 5 qemyonan careke din ber bi Wanê ve şandin. Fêkiyên hatin komkirin jî li Hala Nû li tirekê barkirin û şandin.

ŞIRNEX

Seferberiya li Şirnexê hate destpêkirin didome. Li Şirnexê ev 3 roj in 15 ton alavên erzaq, 41 hezar av, 2 hezar mafur, 20 hezar nan, 15 hezar bataniye, 121 sobeyên ceyranê, 97 sobeyên ketelîk û gelek amûr û alavên din ji Wanê re hatin şandin. Rêxistina BDP'ê ya Silopiyê jî li 5 nuqteyên navçeyên amûr û alavên alîkariyê kom kirin û bi 6 TIR an ji Wanê re şandin. Şaredariya Silopiyê ji tirek alîkariyê şand. Gundên Xezayê û Sere Biyêl yên Silopiyê jî bi derfetên xwe gelek amûr û alav kom kirin û bi 2 TIR an şandin Wanê.

Li navçeya Elkê jî şaredarî û welatî bi hev re ji bo gelê Wanê alîkariyan kom dikin. Alîkariyên hatin komkirin bi komyonan ji Wanê re hatin şandin. Şaredariya Cizîrê jî 8 TIR amûr û alav ji Wanê re şand. Li Cizîrê heya niha 9 TIR û 9 Qemyon amûr û alav hatiye şandin.

RIHA

Rêxistina BDP'ê ya Pirsûsa Rihayê têkildarî erdhejê li avahiya BDP'ê daxuyanî da. Di Civînê de Mehmet Ozberk, helwesta Serokwezîr Erdogan şermezar kir û xwest dest ji helwestên faşîzan berdin.

MÊRDÎN

Jinên endamên DOKH'ê û Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê, qemyonek alîkarî şandin Wanê. Hate zanîn ku jinên ku li Nisêbînê alîkarî kom kirin dê bi xwe biçin Wanê û alîkariyê belav bikin.

Li Mêrdînê jî, Rêxistina BDP'ê ya Misûriyê û Şaredariya Misûriyê TIR û qemyonek amûr û alav kom kirin û şandin Wanê. Şaredariya Nisêbînê jî ji duh heta niha 2 TIR û 2 qemyon kom kirin û şandin Wanê.

SÊRT

Şaredariya Misircê jî duh bi alîkariya keyayên gundan, li 50 gundan alîkarî kom kir û qemyonek alîkarî kom kir û ji Wane re şandin. Girtiyên PKK'ê û PJAK'ê yên Girtîgeha Sêrtê jî alîkarî dan mexdûrên Wanê.

Rêxistina BDP'ê û şaxa ÎHD'ê yên Stenbolê jî xebatên alîkariyê berdewam dike. BDP'ê û ÎHD'ê duh 7 TIR alîkarî şand Wanê.

Platforma Komeleleylên Rojhilat û Başûrê Rojhilat a DARDER'ê jî heta niha 400 çuval alîkarî kom kirin û şandin Wanê.

COLEMÊRG

Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê û Şaredariya Colemêrgê ji bo maxdurên erdhejê alîkarî kom kirin. Heta niha 5 makîneyên kar, 12 hezar nan, 10 hezar battaniyê, 100 sobeyên katalîtîk, 4 ton malezemeyên zad, û 4 ton av bi riya şaredariyê ve hatin şandin. Li navçeyê Çelê bi tevahî 2 hezar 500 battaniye şandin Wanê.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştgiriyê yên ji aliyê komînên gundan, meclîsên taxan û Navenda Hûner û Çandê ya Geverê hate komkirin şandin Wanê. Gelê Geverê û xebatkarên şaredariyê yên ev 4 roj in seferber bûn heta niha ji maxdurên erdhej re 13 hezar 600 heb battaniye, 15 hezar heb nan, gelek branda, 109 heb kon, 4512 kincê zarokan 4 ton av û 4 wezayit malezemê şandin. Şaredariya bajaroke Bajergêh jî heta niha 150 heb battaniye, 50 balgeh û nivên, 50 kon, û 5 ton zad şand Wanê.

AGIRÎ

Li navçeya Bazidê ya Agiriyê kampanyaya ji aliyê şaredarî û rêxistina BDP'ê ya navçeyê hate dest pê kirin didome. Di çarçoveya welatiyan eleqeyek mezin nîşan dan ekîba alîkariyê ya ji 90 kesan pêk tê, 11 mînîbus û 5 qemyon eşya, 20 kon, 5 makineyên kar, 1 ambulans, 1 wesiyata cenazê şandin herêma erdhe ê.

Li navçeya Diyadînê di çarçoveya kampanyaya ji aliyê rêxistina BDP'ê ya navçeyê û Şaredariya Diyadînê hate dest pê kirin eşyayên piştgiriyê gihiştin Wanê. Di çarçoveya kampanyayê de heta niha 3 qemyon eşya, 1500 nivên, 2 wesayitên cenazê, 1 ambulans şandin herêma erdhejê.

Li navçeya Panosê ya Agiriyê di çarçoveya kampanyaya şaredariyê û BDP'ê 10 makîneya kar, ekîba alîkariyê ya ji 100 kesan pêk tê, 18 hezar nan, 2 wesayitên cenazê, 1 ambulans hate şandin.

BEDLÎS

Şaredariya Tetwanê û Rêxistina BDP'ê ya Tetwan jî ji bo gelê Wanê alîkarî kom kir. Gelê Tetwanê ji bo alîkariyê seferberbû û li gel alîkariyan 6 wesayîtên kar hatin şandin. Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê jî 3 qemyon, 5 wesayîtên kar û ambulansek ji herêma Wanê re hatin şandin.

MÛŞ

Rêxistina BDP'ê ya Mûşê, KESK û Şaredariya Gimgimê jî alîkariyên kom kirin ji Wanê re şandin. Di çarçoveya kampanyayê de heya niha 8 qemyon alîkarî hate komkirin û ji Wanê re hate şandin.

Li navçeya Kopê jî 3 wesayîtên kar û 3 qemyonên alîkariyê hatin şandin. Li bajaroka Erentepe jî qemyoneke melzemeyan ji Wanê re hate şandin. Şaredariya Milazgirê û Ninertiya Egîtîm Sen'ê jî 3 qemyonên alîkariyê û 2 wesayîtên kar ji Wanê re şandin û kapmanaya didome.

QERS

Rêxistina BDP'ê ya Qersê û şaredariyên Dîgor, Bazarcik û Qaqizmanê jî 2 qemyon û gelek melzemeyên din ji Wanê re şandin. Alîkariyên hatin komkirin ên din jî dê îro bi qemyonan bişînin.

WAN

Şaredariya Elbakê jî ji Wan û Erdîşê re 8 qemyonên alîkariyê û wesayîtên kar şandin herêma erdhejê.

***

Nûçeyên eleqedar:

- Atalay çû serdana Demirtaş

- Barzanî mîlyon dolarek alîkarî da Wanê

- Ji bo Wanê konsera rockê

- Yunus jî mir...

- BDP dibe alîkar, dewlet dibe asteng!

- Amedê seferberî îlan kir

- Ji Wan û Erdîşê notên rojekê (24.10.2011)

- 13 rojnameyan ev wêne weşand

- ÇGD: Dawî li nijadperestiyê bînin

- Yuzde Yuz Futbol ji bo Wanê kurt dom kir

- Çapemeniya tirk û erdheja Wanê

- Li ser erdheja Wanê agahiyên nû

- MMC weşana xwe rawestand

- Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn

- Saet 19.00: Li Wanê hejmara miriyan zêde dibe

- Şaredarê Erdîşê: Em bi lezgînî li benda alîkariyê ne

- Dîroka erdhejên ku li Wanê pêk hatine

- Saet 16.00: Agahiyên dawî li ser erdhejê

- BDP û KCD'ê heyet şand Wanê

- Saet 15.00: Li Wanê 50 birîndar hene

- Saet: 13.61, li Wanê erdhej çêbû

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Perwer: Nûçeya mebûsiya min ne rast e

ad

5 kes hatin girtin, Yildirim û ên din hatin berdan

ad

Dozger dixwazin siyaset li van qedexe be

ad

Ehmed Kerkûkî: Divê PDK bizane ji bo Walîtiya Kerkûkê bi kêre li hev dike!

ad

Mebûsa kurd li Almanyayê bû Cîgera Serokê Meclisê

ad

Koma Aştiyê li Meclisê bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname