logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Antolojiya çîrokên zarokan: Hebû tune bû

Bi navê “Hebû tune bû, çîroka antolojiya zarokan” pirtûkek li ber destan e ku ji nav salan nisiliye û hatiye heta îro. P

  • Dîrok: 08/03/2022
  • Beş: Berhem

Diyarname

Bi navê “Hebû tune bû, antolojiya çîrokên zarokan” pirtûkek li ber destan e ku ji nav salan nisiliye û hatiye heta îro. Pirtûka ku Zinarê Xamo nivîsandiye û amade kiriye ji Weşanxaneya Dara derketiye.

Pirtûka “Hebû tune bû” ji 189 çîrokan pêk tê. Destpêka amadekirin, belkî mirov bêje berhevkirina vê pirtûkê diçe heta destpêka salên 1980’yî. 

KOVARÊN HÊVÎ Û HÊLÎNÊ

Nivîskar Zinarê Xamo yek ji wan kurdan e ku ji ber Derbeya Leşkerî ya 1980'yê ji welat derketiye û çûye Ewporayê. Dîsa wekî gelek kurdên ku li Ewropayê dest bi nivîsandinê kiriye, Zinarê Xamo jî heman tişt kiriye. Xamo ku ji zarokatiya xwe ve guh dida çîrokan, ev xuya xwe li wir jî dom kiriye. Li ser vê yekê û destpêka vê pirtûkê Xamo wisa gotiye, “Ez hîn jî pêkenînekê, çîrokeke zarokan li ku bibînim, bi zewq û meraqdariyeke mezin dixwînim û ji ber dikim û dûra jî dinivîsim. Di sala 1981’ê de li Swêdê ligel çend hevalên xwe me kovara Hêvî derxist, yekem çîrok min di vê kovarê de weşand.”

Li gor gotina Xamo temenê vê kovarê bi qasî salek didome û di sala 1982’yan de ji aliyê siyasî de ew ji hev belav dibin, loma kovar radiweste, vê carê bi navê “Hêlîn” heman salê kovareke din derdixin û ew vê carê di vê kovarê de van çîrokan belav dike. 

ISRARA MÎRHEM YÎGÎT

Ev meyla guhdarîkirin, jiberkirin û paşê nivîsandina van çîrokan a Zinarê Xamo didone. Vê carê rêyek din dikeve ber: Piştî salan di destpêka salên 2000’î de li ser israra Mîrhem Yîgît vê carê ew di Ozgur Polîtîkayê de dest bi nivîsandina çîrokên zarokan dike. Li ser vê jî di pêşeka pirtûkê de Xamo wisa gotiye, “Ji bo vê israra Mîrhem Yîgît ez gelekî sipasdarê wî me. Li ser daxwaza wî, min ji nuh ve dest bi berhevkirin û nivîsandina çîrokan kir, min li yên kevn hinên nuh zêde kirin. Ev yek jî bû sebebê berhevkirin û nivîsandina gelek çîrokên din. Û bi demê re ketin ser hev, ketin ser hev, dawiya dawî ev antolojiya di destê we de derket meydanê.”

SÊ ÇAPÊN CUDA

Piştî bi qasî pirtûkek çîrok digihin hev yekem car di sala 2008’an de Weşanên APEC’ê vê wekî pirtûk çap dike ku têde 125 çîrok hebûn. Dûre di sala 2014’an de Weşanên Rûpelê ji nû ve pirtûkê çap dike ku vê carê têde 147 çîrok cih digirin. Û çapa niha jî ji Weşanên Dara derketiye. Ev çapa ku di sala 2021’ê de digihîje ber destê xwendevanan 189 çîrokî di nava xwe de dihebîne.

Li ser temamê çîrokan û pêvajoya heta niha Zinarê Xamo wisa dibêje, “Çîrok malê gel in lê min bi salan ew berhev kirine û bi hawe û uslûba xwe ji nû ve vegotine. Hinek ên min in, hinek ji diya xwe hîn bûye, hin ji kasetên ku jêre şandine girtine, hin jî dema di kovar, rojname û pirtûkên kurdî xwenine, yên swêdî de xwendine ji ber kirine, ji nû ve nivîsandine.”

Wekî nota dawî berhevkirin û belavkirina çîrokên kurdî bi taybetî ji bo zarokan gavek muhîm e lê dîsa jî dê û bavên ku ji bo zarokên xwe bixwînin divê berê ew bixwe bixwînin, ji ber dibe ku hin ne ji bo zarokan bin. Weşanxaneyê û nivîskar diyar nekirine pirtûk ji bo kîjan temenî ye. Loma jî, her çiqas çîrokên gelêrî bin û heta niha ji bo zarokên kurdan hatibin vegotin jî dibe hin ji aliyê pedagojîk ne ji bo zarokan bin. Ji bilî van xalan pirtûkek, bi gotina din antolojiyeke girîng li ber dest e û hêjayî xwendinê ye.

ZINARÊ XAMO KÎ YE?*

Nivîskar Zinarê Xamo di sala 1950’yî de li Wêraşara Rihayê hatiye dinê. Ji sala 1980’yî ve li Swêdê dijî. Heta niha sê pirtûkên wî bi navê “Hindik û rindek", "Antolojiya Çîrokên Zarokan”, “Stiriyên Me” derketine. Her wiha wî li Swêdê pirtûka Susanna Tamaro “Bide dû dilê xwe” wergerandiye kurdî. Heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin. Li Swêdê di nav hin saziyan de cih girtiye, salek jî Serokatiya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd kiriye. Ji sala 2007’an ve rojnivîsk û dîtinên xwe di bloga xwe “Hindik-Rindik” de dinivîse. Ew hê jî li Swêdê dijî.

- Hebû tune bû, antolojiya çîrokên zarokan / Zinarê Xamo / Weşanên Dara / Çîrok / rezber 2021 / 314 rûpel

 

***

*Ji bo portreya wî ya berfireh:
- Portreya Mehê: Zinarê Xamo


Hevpeyvînek ligel Zinarê Xamo:
- Ez blogeriyê wekî micadeleyeke li dijî asîmîlasyonê dibînim 

 

***

 

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com          


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îranê leşker ber bi Rojhilat ve şandin

ad

Aliyev bi dengek bilind dîsa hat hilbijartin

ad

18 SAL...

ad

YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn

ad

Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn

ad

HDP: Berî qedexe rabe qet encaman belav nekin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname