Silêmanî
Li Silêmaniyê pêşangeheke şêwekariyê ya ku ji 5 welatan berhemên 90 hunermend hatine pêşkêşkirin, hate vekirin.
Doh piştî nîvrojê li Silêmaniyê Pêşangeha Navdewletî ya Şêwekariyê bi piştgiriya Dezgeha Îştar a Iraqê hate vekirin.
Ji welatên wekî Erebîstana Siûdî, Brîtanya, Urdun, Iraq û Filistînê 90 hunermend bi tabloyên xwe ku pirraniya wan li ser êş û zehmetiyên jinan bûn, tevlî pêşangehê bûn.
Hunermend Sundis Şêrwan ku bi tabloyên xwe tevlî pêşangehê bûye, got, “Ev cara sêyem e ku li gel saziya Îştar tevli pêşangeha hevbeş dibim. Tabloyên ku min çêkirine, behsa kêfxweşiya jinan dike.”
Hunermenda iraqî Nadiye Ezawî jî kêfxweşiya xwe ji ber tevlîbûna pêşangehê anî ziman û got, ew bi çend tabloyan tevlî pêşangehê bûye.
Rojnews


