logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Demirel: 1932’yan de li Ermenistanê 35 dibistanên kurdî hebûn

Du pirtûkên ku rojnameger Ferîd Demîrelî amade kiribûn kurtedemek berê derketin. Yek ji wan bi navê “Guldestekeyek ji Ba

  • Dîrok: 25/06/2022
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Du pirtûkên ku rojnameger Ferîd Demîrelî amade kiribûn kurtedemek berê derketin. Yek ji wan bi navê “Guldestekeyek ji Baxê Rewanê” (Weşanên Sor) bû û ya din jî “Çîroka Şêwra Ermenan” (Weşanên Cervantes) bû. Ji bo li ser wan bi axive roja 25'ê mehê bi beşdariya Demirel sohbetek li dar ket.

Sohbeta ku Chalak Eventsê bi navê “Soheta Çayê” li Nînova Cafeya li Taksîma Beyogluya Stenbolê lidar xist, rojnameger Azîz Tekînî moderatoriya wê kir. Rojnameger Ferîd Demîrel pêşî qala çîroka xwe ku çawa hînê kirîlî bûye kir û got ku dema li zanîngehê dixwest ji bo heqdestê xwe derxe diçû Lalelî û li wir jî tabela bi kirîlî bûn, bi vî awayî yekem car bi xwendina wan tabelayan hînê kirîlî bûye.

Demîrel paşê li ser çîroka her du pirtûkan sekinî û diyar kir ku wî tenê ew ragihandiye vê demê û wekî din tiştek nekiriye. Demîrel li ser zimanê pirtûkan jî got ku pirtûka “Guldestekeyek ji Baxê Rewanê” bi zimanê wê demê amade kiriye, qet dest nedaye zimanê wê, lê di “Çîrokên Şêwra Ermenan” de guherîn di zimanê wê de kiriye û li gor kurmanciya îro saz kiriye ku ev yek wî û weşanxaneyê bi hev re biryar daye. Demîrel qala rewşa kurdan a salên 1930’yan ya li Sovyetê jî kir û agahiyên berfireh dan.

Va ne çend gotinên ji axaftina Demirel:

- Ji bo min xebatek hêja ye ku di salên 1930’yan de nivîskarên kurd çîrokên rusan wergerandine kurmancî.

- Piştî Şoreşa Kewçêrê li Sovyetê ji bo kêmare hemûyan bi zimanên wan xebat hatine kirin. Bi vê polîtîkayê ji bo kurdî jî hatiye kirin.

- Di 5 salan de 47 dibistan hatine vekirin û hezar pirtûk bi kurdî hatine çapkirin.

- Şamîlov û Marûgolov ji bo kurdî alfabeya latînî amade kirine. Di vir de nîqaş hene, hinek dibêjin Şamîlov amade kiriye, hinek dibêjin Şamîlov û Marûgolov bi hev re amade kirine. Axir alfabeyek hatiye amadekirin û bi vê pirtûk hatine çapkirin.

- Sala 1921’ê de li Ermenistanê 5 dibistan vedibin, 267 xwendekar têde dersê dibînin. Em dibînin ku di sala 1932’yan de li Ermenistanê 35 dibistanên bi kurdî hene.

- Wê demê pirtûkek ji bo zarokên dibistanên tê amadekirin ku 6 cild in. Li ser înternetê jî 5 cildên wê hene. Ew li cem min hene, lê di nav de cilda 5’an tune ye. Min çîrokên ku di  “Guldestekeyek ji Baxê Rewanê” de bi cih kirine ji cilda 4 û 6’an girtine. 

- Sala 1938’an de ev polîtîkaya xebatên ji bo kêmareyan tê rawestandin, kurdî jî di nav de hemû xebatên ji bo kêmareyan têne betalkirin. Piştî Stalîn diçe, Kruşçev tê ser kar carek din ev xebat dest pê dike. Di sala 1955’an de Radyoya Rewanê dest pê dike, rojnameya Riya Teze dest bi weşanê dike.

- Di çîrokên di pirtûkê de em çîrokên cur bi cur dibînin. Di hinan de em dibînin qala propagandaya Sosyalîzmê tê kirin, di hinan de qala jiyana gundan a kurdan tê kirin, hinan de qala çîroka rojane tê kirin. Çîrokek li ser windabûna gayê kesekî ye ku gur êrîş dikin. Çîrokek destana Mem û Eyşê ye. Bi vî rengî.

Piştî sohbetê rojnameger Ferîd Demîrelî pirtûk ji bo beşdaran îmze kirin.

- Ev çîrok dor 90 sal berê hatine nivîsîn

- Çîrokên Şêwra Ermenan’ bi kurdî derket

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

100 NIVÎS

ad

Ji ber stran kurdî ceza lê birîn

ad

Hecîyê Cindî 100 salî ye

ad

Serketiyên Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn

ad

Mûş û Elezîz bi ser ketin, Agirî, Ş.Urfa û Viranşehir têk çûn

ad

Ji ber du xalan em vê nûçeyê didin we

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname