Diyarname
Pirtûkeke nû ji bo zarokan derket: Doktor Jîjo. Pirtûka Doktor Jîjo ku ji aliyê Sîya Sîtav ve hatiye nivîsîn, wêneyên wê Merve Tunç xêz kirine. Pirtûk ji Weşanxaneya Na derket.
Piranî zarok naxwazin herin doktor û doktor bibînin. Çîroka pirtûka derketiye Doktor Jîjo jî di vê rewşê de ye Di Doktor Jîjo de çûyîna doktor tiştekî ji rêzê ye, wekî ku tiştekî rojane be. Di pirtûkê de tirsa zarokan dîsa heye, lê pirtûk çareseriyê jî nîşan dide. Doktor Jîjo di vî alî de alîkariya zarokan dike û kêfê jî dide wan.
Pirtûk ji bo zarokên di navbera 4-6 salî de hatiye nivîsîn.
Yên bixwazin dikarin ji Weşanxaneya Na bixwazin.
Navnîşan:
nayayinlari.com


