COLEMÊRG
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn tê xwestin ku kurd bê statu bê hiştin û operasyonên leşkerî û siyasî yên di demên dawî de jî ji bo vê yekê ye.
Demîraş got ku piştî parêzeran wan agahî girtine ku hewlana girtina 5 parlamenteran heye. Demîrtaş li dijî pêkutiyan banga berxwedanê kir. Demîrtaş li hemberî gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan ên têkîldarî Qirkirina Dêrsimê jî nerazîbûn nîşan da û got ku kiryar û pêkanînên AKP'ê ji Qirkirina Dêrsimê cuda nîn e.
2'yemîn Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'a Culemerge li Salona Sporê ya Girtî hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn demîrtaş, parlamenterê Culemêrgê Esat Canan, Şaredarê Culemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Şaredanên Gever û Şemzînanê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî beşdarî kongreyê bûn.
Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Selahattîn Demîrtaş axivî û diyar kir ku li dijî gelê kurd "operasyona qirkirinê" hatiye destpêkirin û wan agahî girtine ku piştî parêzeran ji bo ku 5 parlamenter jî bên girtin hewldan hene.
Demîrtaş wiha axivî: "Niha dora parlamenteran e. Navên 5 parlamenterên me hene. Îstîxbarata vê hate ber destên me. 6 parlamenterên me di girtîgehê de ne, dixwazin 5 parlamenterên me jî bigirin. Dê van dezgehan hemû bikin û pêk bînin. Lê em ji wan tiştekî naxwazin. Polîs, dadgeh, patronên çapemeniyê di bin emrê wan de ne. Dikarin me hemûyan bigirin. Ez li vir bang li Serokwezîr dikim. Tu me hemûyan jî ji komkujiyê derbas bikî, me ji sêderan derbas bikî li hemberî te BDP'iyek jî serê xwe natewîne."
Demîrtaş destnîşan kir ku dê berxwedana wan mezin be û wiha axivî: "Gelê Culemêrgê şer naxwaze. Gelê kurd jî şer naxweze, Em li dijî şer in. Lê em koleyê te ne jî. Em teslîm jî nabin, serê xwe jî natewînin. Em ê li dijî şerê te bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û berxwedana xwe xurt bikin."
‘DÊ COLEMÊRG DERSA TE BIDE'
Demîrtaş diyar kir ku li Tirkiyeyê siyaset zehmet e lê li Culemêrê bêhtir zor e û wiha dom kir: "Têkoşîna gelê kurd û siyaset a wê zehmetir e. Lê li Culemêrgê ev pêkanîn zehmetir e. Ji ber vê hûn qehremantiya herî mezin nîşan didin. Binêrin polîtîkaya ku AKP û Serokwezîr dimeşîne ya tunekirinê ye. Aqilmendê wî jî rêberên cemaetê ne. Di paşerojê de jî serokwezîr û wezîrên karên hundir wekî van êrîşkar bûn lê gelê kurd bersiva wan da. Ji ber vê ez li vir bang li Serokwezîr dikim. Culemêrgê karîzmaya te tune kir. Dê pêşeroja te jî tune bike. Heta ku tu ji gelê Culemêrgê lêborînê nexwazî û li hev nekî tu nikarî bibî serokwezîrê vî welatî. Ev ê ji bo te bibe dersek. Culemêrgî dê li hemberî te li ber xwe bidin û dersa pêwîst bidin te."
'DIXWAZIN DÎSA KURDAN BÊSTATU BIHÊLIN'
Demîrtaş di axaftina xwe de bal kişand li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û wiha got: "Li Rojhilata Navîn hemû kevir li cihên xwe leqiyan. Ji Libyayê heta Îranê pêvojeyeke nû dest pê kiriye. Li Misrê rêveberî guherî lê serhildanên gel didomin. Li Tûnûsê rêveberî guherî lê acizbûna gel didome. Li Libyayê rêveberî guherî lê kevir li cih rûneniştin. Li Sûriyeyê rejima Esad li ber xwe dide. Dê biçe û rejimeke din bê. Li Rojhilata Navîn kevir li cihên xwe leqiyane û hêzên navneteweyî dixwazin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin. Di dema Şerê Cihanê yê Yekemîn de jî pêvajoyeke wisa hebû, wê demê nexşe hatin xêzkirin, kurd bêstatu hatin hiştin. Niha jî Rojhilata Navîn tê dîzaynkirin û daxwaza gelê kurd heye. Statuyê dixwaze. Li Îran, Sûriye, başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê statu dixwaze. Lê tê xwestin ku kurd dîsa bêstatu bijîn. Ji ber vê hemû hêza xwe li hemberî me bi kar tînin, ji ber vê ev girtin ji rêzê nîn in. Her kes dizane ku hevalên me sûc nakin. Serokwezir jî dizane, çapemenî jî dizane. CHP û MHP piştgiriyê dide, dixwazin kurdan bêdeng bikin. Divê her kes baldar be. Li hemberî vê divê paşve gav neyê avêtin."
Demîrtaş derbirî ku Erdogan li Tirkiyeyê ji du bajaran nefret dike yek Dêrsim e yek jî Culemêrg e, ji ber ku li her du bajaran jî parlamenter dernexist ji van bajaran nefret dike û wiha gotinên xwe berdewam kir: "Em ji pêkanîn û tehdîdên wî yên ji bo Culemêrgê vê dizanin. Serokwezîreke wisa dibêje ku ew êş û travmayên Dêrsimê fêm dike, ev durûtî ye. Bila kes kesekî nexapîne. Ji ber ku Dêrsimê deng daye CHP'ê bi aweyeke seranser lêborîn xwest. Em vê yekê qebûl nakin. Li gorî me lêborîneke wisa dê li ser qetlîama Dêrsimê bigire. Qetlîam çima hatibû kirin. Ji bo tirk kirinê. Ji bo xurtikirina neteweya tirk pêk hatibû. Îro AKP daxwazên kurdan ên ji bo zimanê zikmakî qebûl nake, îradeya siyasî ya gelê kurd qebûl nake ev jî polîtikaya tirk kirinê ye. Tiştên ku AKP dike ji qetlîama Dêrsimê cuda nîn e. Wê demê bi awayeke fîzîkî hatibûn kuştin niha jî qirkirina siyasî û çandî heye. Serokwezîr dibêje bila kesek zimanê dayikê nexwaze. Heke Serokwezîr ji dil be bila komîsyona lêkolînê ava bike û dê derkeve kursiya meclisê û li ser navê dewletê ji gelê kurd û welatiyên elewî lêborînê bixwaze."
'ÇIMA WE BERSÎV NEDA PEYAMA OCALAN'
Demîrtaş, anî ziman ku çareseriya pirsgireka kurd karê rojekê ye û ev jî di destê AKP'ê û hikumetê de ye. Demirtaş, dîsa bi bîra Serokwezîr Erdogan xist û wiha got: "Birêz Ocalan ji Îmraliyê agahî şand û got 'Li ser çareseriya pirsgirêka kurd daxuyaniyê bide. Ez dê di hefteyeke de pirsgirêkê çareser bikim' Ev daxuyanî li Îmraliyê hate kirin û di çapemeniyê de hate weşandin. Ez careke din bang li Erdogan dikim. Hûn 3,5 meh in tecrîdê pêk tînin. We çima peyama ji Birêz Ocalan ku ji Îmraliyê şand nebersivand. Çima ew qas aştî nêz bû we di şer de israr kir. Ciwanên kurd û tirk hêj dimirin."
Demîrtaş, bang li kesên zarokên wan diçin leşkeriyê jî kir û got: "Zarokê we dibin qurbana daxwazên Erdogan ên siyasî. Zarokên we ne ji bo welat ji bo ranta siyasî dimirin. Divê ev baş bê famkirin. Niha jî Redkarên Wicdanî her roj derdikevin û bang dikin. Ji ber ku ciwan êdî naxwazin şer bikin. Çima hikumet mafê Redkarên Wicdanî dernaxe. Ji ber ku ditirse ku êdî leşkerekî jî bi dest nexe. Ma gelo ciwanên tirk tirsonek in? Na. Ji ber ku dizanin ev şer ne perçeyekî parastina welat e.
'ÇAPEMENÎ JÎ TEVKARÊ RIJANDINA XWÎNÊ YE'
Demîrtaş, zimanê medyaya tirk û nûçeyan wan jî rexne kir û got ku ji ber rastiyê ji civakê re nabêje û rast nûçeyan pêşkeş nake ew jî dibe şirîkê şer û rijandina xwînê. Demîrtaş, bilev kir ku bi taybetî wêneye Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îrfan Dundar lê li Culemêrge di seyranê de kişandiye wekî "Diyariya Qandîlê" kirin manşetên rojnameyan û da zanîn ku medya zimanê şer û sorkirinê bikar tîne. Demîrtaş, destnîşan kir ku niha medya şerê derûniyê bikar tîne û xizmetê ji aştiyê re nake.
Selahattîn Demîrtaş, destnîşan kir ku divê dengê xwe bilind bikin û nîşan bidin ku hûn têk neçûne û têk naçin.
Piştî axaftinan kongre bi yek listeyê derbasî hilbijartinê bû. Ji bo Serokatiya Rêxistina BDP'e ya Culemêrgê Mehmet Siddik Yildirim hat hilbijartin.
DÎHA


