Diyarname
Îro roja "Cureya Pirçandîtî ya Dinyayê" ye. Peymana ku UNESCO'yê amade kiribû welatî îmze kiriye lê Tirkiye hê jî nekiriye.
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 2001'ê peymana "Ji bo diyalog û peşkêtinê Roja Cureya Pirçandîtî ya Dinyayê" qebûl kir.
Bi vê dixwaze ku li dinyayê pirçandî pêk bê. Yek ji xala girîng a vê peymanê jî balkişandina ser zimanên zikmakî ye. Pêşxistin û parastina zimanên cihê xala girîng e di nav vê peymanê de. Jixwe ji bo vê yekê UNESCO'yê sala 2008'an wekî "Sala Zimanên Navneteweyî" îlan kir. Ev peymana "Ji bo diyalog û peşkêtinê Roja Cureya Pirçandîtî ya Dinyayê" di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hate qebûlkirin, roja 21'ê Gulanê wekî Roja Pirçandîtî jî hate ragihandin.
Heta niha 80 welatî ev peymana UNESCO'yê pejirandiye lê Tirkiyeyê hê jî îmze neavêtiye bin vê peymanê. Di nav welatên ku ev peyman îmze kirine de Kuba, Çîn, Misir û Tongo jî hene. Ji ber ku 80 welatî ev peyman îmze kir û hejmara îmzekaran bi têra xwe çêbû, ev peyman di warê navneteweyî de êdî tê qebûlkirin.
UNESCO ji bo vê rojê gotina "Fêmkirina cureyên çandan û fersenda hînbûna 'bi hev re jiyanê'" bikar tîne.
Tirkiye ji ber ku xalên di nav peymanê de nayne cih peymanê îmze nake. Tirkiye hê jî li ser 'W'ya kurdî disekine, gelek caran ji ber vê 'w'yê dozê vedike û cezayê dibire. Her wiha li Tirkiyeyê 'W' li gor Zagona Partiyên Siyasî jî sûc e. Lê dema Tirkiye ev peymana UNESCO'yê îmze bike dê mecbûr bimîne ku li gor wê tevbigere, hurmetê ji bo pirçandîtî nîşan bide.


