Diyarname
Ji bo maçên hevtêkbirina ji bo tûrnûvaya fûtbolê ya EURO 2024’an îro pişke hat kişandin û tîmên ketin nava koman diyar bûn. Maçên pêşîn ên koman dê rojên 23-25’ên adara 2023’yan bêne lîstin.
Di 10 koman de 53 tîm dê bi hev re bilîzin. 7 koman ji 5 tîman, 3 kom ji 6 tîman pêk tên. 20 tîmên di rêza yekemîn û duyemîn de cih bigirin raste rast dê herir Euro 2024’an. Tîma Almanyayê ji ber mazûvan e bêyî ku bilîze, raste rast li tûrnûvayê ye. Koma herî dijwar wekî Koma B û Koma C diyar bû. Di Koma B de tîmên favorî Hollanda, Fransa ligel wan Îrlanda, Yewnanistan hene ku tîma herî lawaz Cebelîtarik e. Di koma C de jî tîmên favorî Îtalya, Îngilistan hene ku ligel wan Ûkrayna, Makedonyaya Bakur û Malta hene.
Va ne ew kom:
- Koma A: Spanya, Skoçya, Norwec, Gurcistan, Kibrisa Başûr
- Koma B: Hollanda, Fransa, Îrlanda, Yewnanistan, Cebelîtarik
- Koma C: Îtalya, Îngilistan, Ukrayna, Makedonyaya Bakur, Malta
- Koma D: Hirvatistan, Galler, Ermenistan, Tirkiye, Letonya
- Koma E: Polonya, Çekya, Arnavutluk, Giravên Faroe, Moldova
- Koma F: Belçîka, Avusturya, Swêd, Azerbaycan, Estonya
- Koma G: Macaristan, Sirbistan, Montenegro, Bulgaristan, Litvanya
- Koma H: Danîmarka, Finlandiya, Slovenya, Kazakistan, Îrlandaya Bakur, San Marino
- Koma I: Swîsre, Îsraîl, Romanya, Kosova, Belarus, Andorra
- Koma J: Portekîz, Bosna Hersek, Îzlanda, Luksemburg, Slovakya, Lihtenştayn
DÎROKA LÎSTINA MAÇAN
Maçên pêşî dê rojên 23-25’ê adara 2023’yan bêne lîstin û rojên 19-21’ê sermaweza 2023’yan temam bibin. Piştî serketina 20 tîman, ji bo 3 tîmên din ku dê herin Euro 2024’n dê maçên play-offê bêne lîstin. Ev maç jî dê rojên 21 adara 2024’an û 26’ê adara 2024’an bêne lîstin û tîmên ku bilêta çûyîna Euro 2024’an bi dest xistine dê temam bibin.
Tûrnûvaya Euro 2024’an di navbera 14’ê pûşpera 2024’an û 14’ê tîrmeha 2024’an de dê li dar bikeve.


