Polîsan li gelek bajaran bi ser rêxistinên BDP'ê de girt. Li Amedê ev yek jî têr nekir, kelemceyek li ser masê danîn û çûn.
Ji roja ku kelemçe hatiye afirandin heta niha ji nav kurdan qet kêm nebûye. Her kelemçe bi destê yekî/ê dane û ew birine. Û li ser gelek klam/stan hatine gotin.
Em strana "Xalo" a ku Şivan Perwer dibêje, ku têde gotinên "Bendê romiyan bendekî giran e xalo / destê min di kelebçê de riziyane xêlo / wî de xalo, xalo ez girtî me xerîbiyê.../" derbas dibin ji bo jibîrnekirina kelemçeyên di destê kurdan de wekî klîba hefteyê pêşkêşî we dikin.


