Enqere
Roja 26'ê adarê Senatoya Fransayê ji ber têkoşîna wan a li hemberî DAIŞ'ê xelat da berdevka YPJ'ê Rûksan Mihemed û berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd. Endamê Senatoya Fransayê Xavier Ecoville xelata rûmetê da wan.
Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, bangî Balyozxaneyê Fransayê kir ku here wezaretê. Tirkiyeyê ji Balyozê Fransayê re gotiye ku ev bûyer nayê qebûlkirin û ew şermezar dikin.


