logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Medreseya Sor teslîmê Weqfa Hayratê kirin!

  • Dîrok: 05/04/2023
  • Beş: Nûçe

ŞIRNEX

Medresa Sor a dîrokî dan Weqfa Hayratê. Weqfa Hayratê ew weqf e ku alîkariya cîhadîstên li Îdlîbê kiribû. 

Li navçeya Cizîr a Şirnexê Medreseya Sor a ku dîroka wê digihîje sedsala 13'an û gelek helbestvan, nivîskar û alimên kurd lê gihane, ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ve ji bo Weqfa Hayratê ya girêdayî cemaeta Nûrê hat pêşkirin. Wezaretê medreseyê bê heq û bêyî wextekî diyar bike daye Weqfa Hayratê. Her wiha hat diyarkirin ku wê aliyê rastê yê Medreseya Sor ji aliyê Diyanetê ve û aliyê wê yê çepê jî ji aliyê Weqfa Hayratê ve bê bikaranîn. 

WEQFA HAYRATÊ 

Weqfa Hayratê di sala 1974'an de hatiye avakirin û di sala 2016'an de, di dema desthilata AKP'ê de bi biryara Desteya Wezaretê wekî "weqfa ji bo mifha cemaweriyê dixebite" hat qebûlkirin. Weqfa Hayratê jî di nav wan sazî û dezgehan de ye ku "bêyî destûrê dikare alîkariyê berhev bike.' A ku weqf daxilî nava vê yekê kiriye jî desthilata AKP'ê ye. Ev weqif li bajarê Efrînê di warê "perwerdehiyê" de dixebite. Her wiha gava Weqfa Ensarê bi bûyerên detsdirêjî û destavêtinê ketibû rojevê, Weqfa Hayratê piştgirî dabû Ensarê. Weqfa Hayratê di sala 2020'î de ji bo komên cîhadparêz ên li Îdlîbê kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û alîkariyên ku berhev kiribûn bi TIR'an biribûn Idlibê. 

MEBÛSA HDP'Ê XWESTIBÛ BIBE MUZE

Berî niha Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nûran Îmîrê di 13'ê rezbera 2022'yan de ji bo ku Medreseya Sor bibe muzexaneya çand û wêjeyê pêşniyazname dabû Meclisa Tirkiyeyê. Îmîrê di pêşniyaznameyê de wisa gotibû: "Medresa Sor ku bi çand û wêjeya kurdî tê naskirin ev 2 sal in ji aliyê Midûriyeta Çandê ve tê restorekirin. Medresa Sor ku dîroka wê xwe disipêre sedsala 13'an bi mîmariya xwe balê dikişîne û helbestvan û nivîskarên kurd tê de perwerde bûne. Ji bo ji reseniya xwe dûr nekeve û nifşên bê ji vê xizmeta wê agahdar bibin, divê bibe muzexaneya çand û wêjeyê ku tê de berhemên çandî yên serdemê hebin." 

DÎROKA MEDRESEYA SOR

Medreseya Sor di salên 900-1495 û 913-1507 de ji aliyê mîrê Mîrtiya Azîzan Şeref Xan ve li ser sûrên li rojavayê Cizîrê hatiye avakirin. Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cureyên medreseyên hewşvekirî ye. Di nava gel de bi navê “Medresa Sor” tê binavkirin. Medreseya Sor, li rojavayê Cizîrê li ser sûrê hatiye avakirin. Ji ber ku bi piranî bi tuxleyên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo têketinê li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 nêrdewanên bi kevir hene. Li aliyê wê yê başûr sê eywan hene û mizgefta medreseyê jî di vê beşê de ye. Tirbeya Melayê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye. Li aliyê bakur ê medreseyê bakûr sê eywan hene; ya aliyê çepê mîhraba wê ya zivistanî jî heye. Eywana aliyê rastê jî vekiriye. Eywanên wê bi çal û mirtik in. Serdera eywanan bi qube ye."

MA

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Danasanî pirtûka li ser Enfalê hat kirin

ad

Di hefteyekê de mîlyonek heb firot

ad

LI XWEGERÎNEK

ad

Lîsteya Teknîk Dîrektorên herî serketî

ad

SERÊ HEVALÊN XWE JÎ DIXWIN

ad

Juriyên Gûzeka Zêrîn diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname