Diyarname
Berendamên mebûsiyê yên Amedê yên Yeşîl Sol Partî Azad Bariş, Sorgul Aytek û rêveberên partiyê ji bo cejnê çûn serdana Amedspor Taraftarlar Dernegi (Komeleya Alîgirên Amed Sporê).
Hevserokên Alîgirên Amed Sporê Şiraz Sur, Berîtan Ataş û endamên komeleyê pêşwazî li berendamên mebûsiyê kirin. Komeleyê forma diyarî mêvanên xwe kir.
Berendamê Yeşîl Sol Partî yê Amedê Azad Bariş kaptanê berê yê Amed Sporê Şehmus Ozer ku di qezayê de mir bibîr anî û paşê got, "Li pêşiya me 21 roj man. Di deqîqeya 90'î de emê golek girîng bavêjin wan. Wê di jiyana xwe de wê golê ji bîr nekin, ji ber ku emê bi ser bikevin."
Berendam Sorgul Aytek jî wisa got, "Ez alîgirê Amed Sporê me, ez diçim her maça Amed Sporê. Ligel her du keçên xwe her li pişt kelehê me. Ez dixwazim dengê Amed Sporê dengê azadî û aştiyê li her derê bê bihîstin."


