logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Avakirina hizran û nirxdayîn

  • Dîrok: 28/04/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

ARDÎN DÎREN

Hunermendê Çînî, Aî Weîweî bi berhem û helwêstên xwe yên derbarê hin meseleyan de di heman demê de aktîvîstekî jêhatî ye jî. Hunerê wî disîplînên cuda dihewîne û di pratîka wî de ceribandinên balkêş ên hunerî hene. Wî heta niha di warê mîmarî, peyker, sêwirandin, film, koleksiyon û înstalasyonan de gelek berhemên çêkirin û wan deng veda. Ev berhemên wî, li meydanan, muze û galeriyan hatin nîşandan. Berhemên ku çêdike nexasim bala xelkê dibin ser burokrasî, çand û şidetê. 

Aî Weîweî demeke dirêj e li dûrî welatê xwe Çînê dimîne û niha ew li Portekîzê bi cih bûye. Li welatê xwe, çend caran hate girtin û polîsan gelek caran êrîş bir ser berhemên wî. Dest danîn ser pasaporta wî da ku neçe welatekî din. Bi salan malbata xwe nedît. Ji ber hunerê wî yê rikeber, gelek tişt hatin serê wî û gelek serpêhatiyên wî çêbûn. Lê Aî Weîweî di her fersendê de nihêrîna otorîter rexne kir û li hember vê rabû. Niha jî bi pêşangeheke nû ya bi navê “Aî Weîweî: Making Sense” li ser nirxên însanan ên ku tên guhertin, disekine û dixwaze em li ser nirxên xwe biramin. Di nav xebatên wî de karên wî yên kevn û nû jî hene. Pêşangeh, li Design Museum a Londonê hatiye vekirin.

Aî Weîweî zêdetir bi çandên kevn ên Çînê dadikeve û çavkaniyên wî yên hunerê rêûresmên berê yên Çînê ne. Sinehetkariya kevn a Çînê bi nirx dibîne û nûjeniya ku niha Çîn veguherandiye tiştekî din, rexne dike. Bi berhemên xwe naxwaze rabuhirî winda bibe û li hember paşguhkirina hin nirxên kevn, disekine. Ew dixwaze di vî warî de em hinekî hesas bin û hay ji rabihuriya xwe hebin, bêyî ku em wê ji holê rakin û şûna wê bi tiştekî din dagirin.

Kaxezên daşirê, erdhej û 30 salên dawî yên Pêkînê

Di pêşangeha “Aî Weîweî: Making Sense” de kaxizên daşîrê yên ku ji kevir hatine çêkirin, kaskên ji camê hatine çêkirin û berhemekî mezin ku ji legoyan hatiye çêkirin, hene. Aî Weîweî piştî ku xwestibû portreyên hepsiyên siyasî çêke ji dinyayê gelek kesan jê re lego şandibûn. Wî bi van legoyan, berhemê xwe yê herî mezin ku bi legoyan hatiye çêkirin, sêwirand. Her wiha bi hin malzemeyan jî balê dibe ser erdheja sala 2008’an ya li Çînê. Berhema wî ya bi navê “Rebar and case” ji bo bibîranîna 70’ê hezar kesên ku di erdheja Siçuanê de jiyana xwe ji dest dan, hatiye çêkirin. Aî Weîweî bi berhemên xwe 30 salên dawî yên Pekînê jî dinirxîne. Nexasim jî polîtîkayên guherîna bajaran û çêkirina avahiyên nû, rexne dike. 

Kevirên dema neolîtîkê berhev dike

Yek ji berhemên wî yên ku li ber çavê temaşevanan beloq dibe jî berhemê wî yê ji keviran e. Aî Weîweî, sala 1990’î li sûkên kevn ên Çînê bi qasî 2 hezar kevirên kevn ên ji serdema neolîtîkê, berhev kirin. Wî ji bo van keviran got; “Ew kevir hema wisa li wir desikinîn û bala kesî nedibirin ser xwe. Dema min xwest van keviran bikirim, kesên ku kevir difirotin jî matmayî man û bawer nedikirin ku van keviran bala kesekî birine ser xwe.” Berhema wî ya bi navê “Spouts” jî eynî wekî kevirên neolîtîk bala temaşevanan dibe ser xwe. Ev berhem jî ji 200 parçe porselen pêk tê. Parçeyên şikestî yên çaydank û misînên kevn ên Çînê. Her wiha berhema wî bi navê “Left Right Studio Material” jî dîsa ji porselenên şikestî pêk tê. Di sala 2018’an de dewleta Çînê avêtibû ser kargeha Aî Weîweî û peykerên wî yên ji porselenê hemû şikandibûn.

Nirxê malzemeyan li gor demê diguhere

Kuratorê pêşangeha “Aî Weîweî: Making Sense” Justin McGuirk got; “Di demên asayî de hin tiştên ku bê nirx bûn û ji rêzê dihatin dîtin, di dema pandemiyê de bi nirx bûn. Wekî nimûne, kaxezên daşîrê malzemeyeke bê nirx bû lê di dema pandemiyê de nirxê wî zêde bû. Aî Weîweî bi berhemên xwe, vê yekê nîşanî me dide. Ew dibêje, li gorî pêdiviyan û wext hin malzeme çawa ku bê nirx dibin, hin malzeme jî dikarin bi nirx bibin. Her wiha têkiliya di navbera berhemên ku bi destan û yên bi riya îndustriyê  hatine çêkirin jî xaleke girîng a pêşangehê ye.” 

Berhemên min hev du temam dikin

Aî Weîweî derbarê pêşangeha xwe de û her wiha li ser tiştên ku serê xwe pê re mijûl dike, got, “Pêşangeha min derbarê sêwirandinê de ye. Sêwirandin çi ye, û têkiliya wê bi rabihurî û siberoja me re bi çi awayî ye. Ez dixwazim xelk li ser vê yekê birame, ji lewma jî min bi konsepteke taybet pêşangeh hazir kir. Berhemên min hev du temam dikin û divê ew tev bi hev re werin nirxandin. Ma hûn dikarin beşeke bedena xwe ji yên din girîngtir bihesibinin? Yên ne baş, xwedêgiravî yên ´baş´, yên serobero û yên hatine paşguhkirin…ez li ser van tiştan difikirim.” 

Pêşangeha Aî Weîweî ya bi navê “Aî Weîweî: Making Sense” li Design Museum a Londonê hatiye vekirin û heta 30’ê Tîrmehê dê li serdana xelkê vekirî be. 

Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dozek din li Abdullah Demîrbaş vekirin

ad

Tîmên ji koman derketin diyar bûn

ad

Premier Lig de eyno dinya qelebêna!

ad

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

ad

BDP li dijî Facebook dest bi kampanyayeke navneteweyî dike

ad

Nivîskar Hasîp Yanliç girtin bin çavan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname