Diyarname
Îsmaîl Hacanî yek ji çîroknivîskarên kurd ê ji Dihokê ye ku heta niha çend pirtûkên wî yên çîrokan derketine. Niha yek ji wan çîrokan li Bakur, li Amedê derket. Pirtûka çîrokan a Îsmaîl Hacanî “Mestiya Serkeftinê” ji Weşanên Ronahî derket.
Weşanxaneya Ronahî çîrokên Îsmaîl Hacanî bêyî ku zarê badînî biguherîne û deforme bike li Amedê weşand. Ev berhem ji du kitêbên Îsmaîl Hacanî yên bi navê “Mestiya Serkeftinê” û “Meydana Kûçikan” pêk hatiye. Çîrokên Îsmaîl Hacanî wekî çîrokên bijarte di vê berhemê de hatine weşandin.
Mestiya Serkeftinê / Îsmaîl Hacanî / Çîrok


