Diyarname
Ji sala 1993'yan ve "Roja Avê ya Dinyayê" her sal di 22'yê adarê de tê pîrozkirin.
Di pîrozbahiyan de balê dikişînin ser girîngiya avê, girîngiya wê ya ji bo jiyana mirovan.
Di van salên dawî ku germa glabol tê nîqaşkirin û îsal qala ziwabûnê tê kirin, wê çaxê qîmeta avê zêdetir dibe.
Mirov jî têde av ji bo hemû giyanewerên li dinyayê girîng e lê pêre jî her ku diçe çavkaniyên avê kêm dibin, rezevr têne xerckirin û av bêbaldarî û bê qontrol tê xerckirin. Li ser vê yekê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1992'yan de li Rio de Janerio 'Konferansa Pêşketin û Hawirê ya NY'ê' li dar xist û di vê konferansê de biryar girt ku her roja 22'yê Adarê wekî Roja Avê ya Dinyayê bê pîrozkirin.


