AMED
Hevserokê KCD'ê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk ku di Newroza Êlihê de rastî êrîşa polîsan hat li Navenda KCD'ê serdan qebûl kirin. Turk, bal kişandin ser daxuyaniyên Waliyê Êlihê û diyar kir ku Walî hewil dide ku wî derewîn derbixe û wiha got: "Heke hikumet bixwaze rastiyan derxe holê bila Walî û Midûrê Polîsan yê Êlihê ji peywirê bigire."
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk yê ku di pîrozbahiyên Newroza Êlihê de rastî êrîşa polîsan hat li Navenda KCD'ê serdan qebûl kirin. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Remzî Can, DSOB, GUNSÎAD, MAZLUMDER, TMMOB, ÎHD, HAK-PAR, Odeya Dermanfiroşên Amed, Platforma Piştgiriya Kurdên Suriyeyê, TÎHV, KESK û Koma Diyaloga Dîcle Firat û gelek kes çûn serdana Turk. Parlementerê BDP'ê Altan Tan, Parlementera Wanê Aysel Tugluk û gelek wekîlên BDP'ê amade bûn. Turk têkildarî êrîşê û daxuyaniya Waliyê Êlihê de nirxandin kirin.
'HEMÛ DÎMEN JI ALIYÊ POLÎSAN VE HATIN GIRTIN'
Turk, anî ziman ku Waliyê Êlihê wekî tu bûyer pêk nehatin daxuyanî da û hewil dide ku wî derewîn derxe. Turk, da zanîn ku di dema bûyeran de bi otobusa BDP'ê çûye qadê û zêdehî 50 polîsan dora wesayîtê girtibû. Turk got ku polîsan bi kevir û bombeyên gazê êrîş li otobusê kir û wiha axivî: "Camên otobusê bi keviran hatin şikandin. Hevalan ez hişyar kirim û tu şansê me yê em di wesayîtê de bimînin tune bû. Dema ku ez ji wesayîtê derketim polîsekî fermî bi mistê êrîş li min kir. Li derdorê tu wesayît tunebûn ji bilî polîsên fermî. Em ber bi wesayîtê ve çûn.
Polîs bi fermana amirê xwe wesayît ajot. Piştî ambulans hat em ji wesayîtê hatin xwarê. Di dema bûyeran de hevalekî me qêriya û got 'Heke hûnê bikujin min bikujin' Heke wî polîsî êrîş li min nekiriba dê hemû hevalên me lînç kiriba."
Turk, daxuyaniya Walî ya "Di destê kê de dîmen hebin bila bîne' bi bîrxist û da zanîn ku ji xwe ji bilî polîsan tu kesên sivîl tunene û hemû dîmen ji aliyê polîsan ve hatin kêşandin.
'EZ DENGÊ GEL IM'
Turk têkildarî daxuyaniya walî de jî wiha got: "Ez kesekî 70 salî me. Heke bûyerekî wisa nebe çima ez dê tiştekî wisa bêjim? Derdê min bi polîsan re tune ye. Pirsigirêka min bi waliyê dixwaze min derewîn derbixe ye. Waliyê van dibêje bila berê xwe bide raporên doktoran."
Hevserokê KCD'ê Turk, diyar kir ku ji bo hikumet lêkolîneke bêalî bike divê walî û midûrê polîsan ji peywirê bigire û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Piştî bûyerê 2 polîs hatin otobusa me ya deng revandin. Çima otobus revandin? We otobus bir ku derê? Divê ev bên zelalkirin. Heke walî waliyê dewletê na yê gel be dê derxe holê. Hewil dide ku min derewîn derbixe. Ez derewîn nîn im dengê gelê xwe me."
'EM DÊ VÊ YEKÊ BIŞOPÎNIN'
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî wiha got: "Ahmet Turk ji bilî nasnameya xwe ya siyasî kesekî 'rûspî' ye. Êrîşa li wî hate kirin li me hemûyan hatiye kirin. Turk ji bo hemû kurdan kesekî girîng e. Em wekî Baroya Amedê dê pêvajoya hiqûqî ya vê yekê bişopînin."


