Diyarname
Çîroknivîskar Lorîn S. Dogan bi pirtûkeke nû derket pêşberî çîrokhezan: “Destên Vala”. Pirtûka Dogon ku ji Weşanên Avestayê derket, hemû çîrokên têde li ser zarokên kurd û dema nû ne.
Lorîn S. Dogon berî niha bi çend salan, di sala 2008’an de bi pirtûka xwe ya çîrokan “Kirasê Teng” di nav çîroknivîskarên kurd de cihê xwe girtibû. Dogan niha pirtûka xwe ya duyemîn pêşkêşî xwendevanan kir.
Çîrokên Lorîn S. Dogan li ser jiyana kurdan in ku di vê pirtûkê de jî heman rêbaz didome. Ew di “Destên Vala” de wisa dinivîse:
Destên vala yên ku li têhna destê bav digerin, hedanê ji rihê wî re nahêlin. Destên bav ên ku wê kêliyê dixwest di navbera bedena wî û talana ku çirûsk li çavên wî miçikandibûn, bibin hêt… Bi destên vala yên ku li dora laşê wî dizîzikin, Mîrza bênavber dibêje:
- Destê bavê min… Kanî destê bavê min!.. Destê bavê min yê qaliiind!..
Girî û gotinên law ji dûr ve axîn û zingêniyekê bi laşê wî yê li erdê dirêjkirî dixin. Nalenala wî ya ku hino hino di rihê wî de difetisî dijwartir dibe. Bi kêferatekê li ber xwe dide destê xwe yê qalind ê di nav xwînê de mayî, cara dawî bigihijîne destê lawê xwe yê vala… Çavên ku êş û neçarî ji wan dibarî, di bin asîmanê ku şînkayiyeke zelal xwe lê pêçabû, li destên vala yên ku dikirin kazekaz vekirî dimînin.
Destên Vala / Lorîn S. Dogan / Çîrok / 80 rûpel