logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Weşanxaneyeke nû ‘Dîwan’ê 7 pirtûk derxistin

Weşanxaneyeke nû bi navê “Dîwan” li weşanxaneyên kurdan zêde bû. Dîwanê bi 7 pirtûkan dest bi meşa xwe kir...

  • Dîrok: 17/05/2012
  • Beş: Berhem

Diyarname

Weşanxaneyeke nû bi navê “Dîwan” li weşanxaneyên kurdan zêde bû. Dîwan ku edîtorê wê Mihemed Jiyan e li Stenbolê dest bi weşanê kir û 7 pirtûkên kurdî bi hev re çap kir. Dîwan, bi kurdî û tirkî dê weşanê bike û pirtûkên xwe yên cir bi cur ragihîne xwendevanên kurd. Dîwanê niha 7 pirtûkên wekî “Dîwana Kurmancî”, “Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn”, “Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim”, “Ji Edebiyata Cîhanê 30 Çîrokên Bijare”, “Evînname”, “Dinya Delal e”, “Jiyana Mûsa Ya Li Misrê (Li Gorî Wehya Quranê)” bi hev re derxist û dest bi weşangeriya xwe kir. Ji van 6 bi kurdî yek jî (Jiyana Mûsa ya li Misrê) bi kurdî û tirkî ye. Ji van pirtûkan 5 jê ji aliyê nivîskar Husein Muhammed ve hatine amadekirin ku yek jê wî bi xwe nivîsiye û pirtûka ceribandinê ye. Her wiha Şemal Medyayê ji bo pirtûkên Dîwanê dîzayneke xweş û serkeftî amade kiriye.

Vane pirtûkên ku ji Dîwanê derketine:

1- Dîwana Kurmancî
Çîrokeke Dîwana Kurmancî ya balkêş heye. Ev kitêba biçûk a giranbuha yekemîn berhevoka zaravayê kurmancî ye. Ebdurreqîb Yûsif, ev berhevok 60 salan piştî mirina Ehmedê Xanî, ji hêla kesekî nediyar ve hatiye amadekirin. Ev dîrok ji bo xebatkarên wêjeya kurdî, gelekî girîng e. Lewra bi vê keşkulê, qena’et hasil dibe ku ji bilî Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizirî, Melayê Bateyî û Ehmedê Xanî; Mîna, Macin, Sadiq û Mela Mensûrê Girgaşî jî yên pêşiya sala 1767’ê miladî ne. Heke em li berhem û jiyana wan bigerin, divê xebata xwe li dor wan deman bikin. Piştî Dîwana Kurmancî, gelek pirtûkên din li ser rêgeha wê derketine. Ji bo mînak; Hozanvanêt Kurd a seyda Amêdî jî kitêbeke bêhempa ye. Lê, Dîwana Kurmancî rêya berhevkariya edebiyata Kurdî vekiriye.

Dîwana Kurmancî-Şairên Klasîk ên Kurd /Amadekar: Ebdurreqîb Yûsif / Dîwan / 124 rûpel


2.- Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn
Ebûl-‘Ela el-Me’errî (أبو العلاء المعري), 973-1057, helbestvan û fîlozofekî mezin ê ereb e ku bi hostetiya helbestên xwe û reşbîniya xwe navdar e. Li Sûriyeya niha hat jiyanê û di pêncsaliya xwe de ji ber gurrîbûnê (xurîtiyê) kor bû. Lê wî tevî korahiya xwe jî li Helebê, Antakyayê û hin deverên din yên Sûriyê xwend û bû ramanwerek azad, fîlozof û helbestvanek navdar yê gerok. Tek tiştê her berdewam di helbestên wî de xemgînî û reşbîniya wî ye. 
"Ev gor tawana babê min e li dijî min.
Min tawan dijî tu kesî nekir.”
(nivîsa li ser kêla el-Me'erriyê ku bêdûnde mir)

Fîlozofekî Reşbîn û Bêdîn / Ebû l-‘Ela el-Me’errî / Ji erebî bo kurdî: Husein Muhammed / Helbest / 80 rûpel


3- Dinya Delal e
Hin caran bo vegotina ya di dilê xwe de mirov ne hewceyî nivîsîna pirtûk û romanan e. Hesta kûr dikare pir kurt jî bête derbirin.
Ev ceribandin di heyamê nêzîkî deh salên borî de hatine nivîsîn. Kurtenivîsên Husein Muhammed ên bi vî awayî, ne tenê ev in, lê gelek hê li ser defterên destnivîsî mane. Belê ev ji nav wan wekî guldesteyekê hatine vebijartin û ji bo xwendevanên kurdî hatine pêşkêşkirin. Ji 5 pirtûkên ku Muhammed ji bo Dîwanê amade kiriye, ev tenê jî yê wî bi xwe ye ku wî nivîsiye.

Dinya Delal e / Husein Muhammed / Ceribandin / 80 rûpel


4- Evînname
Evînname ji nivîs û helbestên gelek kesên navdar ên li ser evînê hatiye amadekirin. Amadekarê vê pirtûkê jî Husein Muhammed e.

Evînname / Amadekar Husein Muhammed / Ji wêjeya cîhanêe


5- Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim
Ev antolojiya helbestên cîhanê, piralîtiya hunera helbestan bi 200 nimûneyan pêşkêşî xwendevanên kurdî dike. Nivîskarên ji neteweyên cuda, ji serdemên cihê û yên bi stîl û şêwazên ciyawaz dinivîsin di vê xebatê de kom bûne.
Helbestên ku bi îngilîzî, erebî, farisî, fînî hatine nivîsîn, yekser anku dîrek ji wan zimanan hatine wergerandin. Yên fransî û almanî ji îngilîzî hatine wergerandin… Di vê xebatê de ji sedî zêdetir helbestên helbestvanan  cih digirin. Her wiha kurtejiyan û stîla helbestvanan jî hatiye pêşkêşkirin.

Bo Te Ji Welatekî Dûr Dinivîsim / Amadekar Husein Muhammed / Wêjeya cîhanê / 304 rûpel


6- Ji Edebiyata Cîhanê 30 Çîrokên Bijare
Di vê pirtûkê de 30 kurteçîrokên ji edebiyata cîhanê bi wergera kurdî cih digirin. Ev berhevok bi çîrokeke Giovanni Boccaccio dest pê dike û çîrokên Alphonse Daudet, Juhani Aho, Bjørnstjerne Bjørnson, Ernest Hemingway, Hermann Hesse, Mehabad Qeredaxî, Oscar Wilde, Mark Twain, Hans Christian Andersen, Charles Baudelaire, Reûf Bêgerd, Elaedîn Secadî, Xelîl Cibran, Se’diyê Şîrazî, Îvan Turgenev, Fyodor Dostoyevskî û Anton Çexov didome... Mebesta vê antolojiya çîrokan ew e ku piralîtiya hunera vegotinê ya pexşanî bi 30 çîrokan pêşkêşî xwendevanên kurdî bike.

Ji edebiyata cîhanê 30 çîrokên bijare / Amadekar Husein Muhammed / Ji Wêjeya Cîhanê / 216 rûpel


7- Jiyana Mûsa Ya Li Misrê (Li Gorî Wehya Quranê)
Ev xebata li ser Hz. Mûsa meriv dikare bêje ku di warê xwe de tenê ye. Hetanî niha li ser têkoşîna Hz. Mûsa xebateke ku hemî naverok ji ayetên Quranê pêk were nehatiye kirin.
Yavuz Delal heta niha li ser têkoşîna Hz. Mûsa du kitêbên serbixwe nivîsandine. Ev pirtûka li ber dest ku aliye bi kurdî, aliyê din bi tirkî ye bi ziman, şêwaz û honandina xwe wekî romanekê ye ku hemî ji ayetên Quranê pêk tê.

Jiyana Mûsa Ya Li Misrê / Yavuz Delal / 186 rûpel

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

 

 

**************************************

 

REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

NÎŞANDAYÎNA BELGEFÎLM Û SOHBET

REWŞEN

Belgefîlmê serdemekê...

Cih: Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî (Stenbol)
Dîrok: 18.05.2012
Saet: 17.00 - 19.00

 

 

Ji bo nûçeyê:
- "Rewşen" li Zanîngeha Bîlgî tê nîşandayîn

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Berpirsên tenduristiya me: Hemşîre

ad

Abramovich kulûbey Chelsea roşeno

ad

Gerînendeyê Nûbiharê Çevîk: Ev der mala we ye jî

ad

Bi awayekî zanistî eşkere bû: Yên paqdirêj seksîtir in

ad

Paytexta pirtûkan îsal Atîna ye

ad

Çima Wezîrê Karên Hundir naçe wir?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname