logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Wesiyetnameya Pîremêrd

  • Dîrok: 27/06/2023
  • Beş: Serbest

Ji Soranî: Shaswar Mame

Vê carê ez dimirim. Ji mirinê natirsim, min jiyaneke baş û temenekî dirêj derbas kir. Ez li gelek bajar û welatan geriyam, min gelek mezin û padîşah dîtin, gelek talî û şorî tam kirin. Ez bi nîv-xwendeyî ji Silêmaniyê derketim û bi xwendinek bilind vegeriyam. Ez wekî serbilindî lê dinêrim ku di rêya baweriyên xwe de gelek di zindanê de mame.

'MIN MALÊ KESÎ NEXWARIYE'

Li vî welatî du çavên min hebûne; yek “Zanistî” ya din jî “Jîn”. Niha ku dibe êdî bi kêrî xizmetê neyêm û bibim bar li ser milê xelkê, berê xwe didim ber qapiyê ebedî. Berê xwe didim qapiyê ebedî bê ku min mala tu kesî xwaribe, bê ku muhtacê tu kesî bûbim. Min tu tişt daneniye alî, û min tu tişt jî li pey xwe nehiştiye. Li pişta xwe nanêrim, 

xwe wekî axir xêr dizanim.

'MILETÊ XWE ASTEK BILINDTIR BIBÎNİM'

Tekane hêvîya min ew bû qewm û miletê xwe bibînim ku astek ji vê bilindtir û xwendetir û pêşkeftîtir be, lê min nedît û bû kul di dilê min de. Tevî vê jî, ez bextiyar im, ji ber ku ez pê hesiyam qewm û miletê min di pêşkeftinê de ne û hemû cureyên şiyan û hêjayî di wan de hene.

'KEÇ Û XORT BIXWÎNIN'

Amojgariya min ev e; bixwînin. Xort û keçik heya ku nexwende bin, bêsûd e. Her tişt girêdayî zanist û fenê ye çawa ku min gotiye:

“Lay min be xwêndewarî ye, ah xwêndewarî ye

Her mîlletê ke fenî nebê derdî karî ye

Ax xozge xwêndinîş wekî min arezû ekem

Bîbînim û nebête girêy qursî kifinekem”

'XIZMETA QEWM, ZIMAN Û WELATÊ XWE BIKIN'

Amojgarîyên min ev in, li pey madeyê nebin, dinyayê pir bigiranî negirin. Heya dikarin xizmeta rast û bê hember a qewm û ziman û welatê xwe bikin. Destê feqîran bigirin û ji dînê dernekevin, Xweda û pêxemberê xwe nas bikin û rewişta we bila paqij be.

'ÇAPXANEYÊ JI DEST NEDIN'

Amojgariya min ev e ku çapxaneyê ji dest nedin, vê Qelenderxaneyê xira nekin, van du kesan bênaz nekin ku vê dawîyê li vê Qelenderxaneyê pena anîne ber min, heqê wan li ser min heye. Rojnameyê jî ji dest nedin û kar bi çapxaneyê bikin. Ji ber ku ji aliyekî ve namire û xizmeta xwe dike, hem jî aliyê ku min alîkariya wan kiriye belkî bi sedema xebitîna çapxaneyê alîkariya wan qut nebe.

Amojgariya min ev e dema ku helbest û nivîsên min hatin komkirin, wan wenda nekin, dê fayde jê bên girtin.

'MIN LI GIRÊ MAMEYAREYÊ VEŞÊRIN'

Amojgarîya min ev e ku li Girê Mameyareyê min veşêrin, ji min re negirîn, eger we pir bêriya min kir car caran serdana min bikin.

———-

Nivîskar, rojnameger û helbestvanê kurd Hacî Tofîq Beg (Pîremêrd) sala 1867'an li Silêmanî ji dayik bûye. Xwendina olî li Başûr û Rojhilat xwendiye. Piştre çûye Stenbolê û li wir hem li fakulteya qanûnê xwendiye hem jî di saziyên dewleta Osmanî de çend peywir girtine.

Pîremêrd sala 1925'an vegeriyaye Silêmanîyê û li wir xebatên wêjeyî û rojnamegerî pêş xistiye. Gelek berhemên Pîremêrd hene ku nemir in. Berhem û xebatên wî heta îro jî di nava me de gelek zindî ne.

Roja 19'ê Hezîrana 1950 Pîremêrd koça dawî kir. Berî ku bimire, ev wesiyet nivîsandibû.

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji ber pirtûka Ahmet Umît serî li dozgeriyê dan

ad

Antropolojî

ad

'Kurdiya Pratîk' ji nû ve derket

ad

Madonna ji hespê ket

ad

Ji Hertha Berlin di warê kombîneyê de gavek dîrokî

ad

Bêhna genî jê tê!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname