Diyarname
LCB vê mehê li Berlinê bi beşdariya sê nivîskaran çalakiyawêjeyî li dar dixe ku nivîskar Sîdar Jîr jî beşdar dibe.
Roja 24'ê tîrmehê saet 19.30 de axaftin û xwendineke wêjeyî dê li dar bikeve.Literarisches Colloquium Berlina (LCB) Almanyayê her meh çalakiyên wêjeyî yên bi vî rengî li dar dixe vê mehê jî wekî "Çalakiya Mehê" bernameyeke saz dike. Di bernameyê de sê nivîskarên ji neteweyên cuda hene. Di nav bernameyê de nivîskar Sîdar Jîr heye. Ji bilî wî ji Polonyayê helbestvan Dariusz Sosnicki heye. Her wiha nivîskarê lîstikan û derhêner ê alman Peter Thiers jî di vê çalakiyê de ye.
Sîdar Jîr ku wê beşek ji romana xwe HANDA'yê bi kurdî bixwîne û beşek romanê jî dê bi almanî bê xwendin. Romana Jîr "Handa" di sala 2018'an de ji Weşanxaneya Lîs derketibû.
Bername wê li Kolokyuma Edebiyatê ya Berlîna Almanyayê li dar bikeve.


