logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

'Antigone' li Stenbolê bi kurdî derket ser dikê!

Lîstika bi kurdî "Antîgone", ya Şanoya Bajarê Mezin a Amedê beşdarî Festîvala Şanoyê ya Stenbolê bû û temaşevanan ew eci

  • Dîrok: 28/05/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Lîstika bi kurdî "Antîgone", ya Şanoya Bajarê Mezin a Amedê beşdarî Festîvala Şanoyê ya Stenbolê bû û temaşevanan ew eciband.

Her çiqas ev nêzî bîst salan bin ku li nav kurdên bakur şano tê lîstin jî beşdariya ev şanoyên kurdî di nav festîvalên şanoyê yên navneteweyî, bi taybetî yekî ya Stenbolê wisa mezin de gavek nû ye. Par "Nora" beşdarî Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Stenbolê bûbû û îsal jî hem lîstika Şanoya Bajarê Mezin a Amedê di festîvalê de ye û hem jî "Daf" a Tiyatro Avesta.

Antîgone bi kurdî hate lîstin

Şanoya Bajarê Mezin a Amedê rojên 25-26'ê gulanê de lîstika xwe ya bi navê "Antîgone" di festîvalê de pêşkêşî şanohezan kir û rexneyên erênî girt. Di nav temaşevanan ku piranî tirk bûn de (lîstik bi kurdî, bi jornivîsa tirkî hate pêşkêşkirin), lîstik ecibandin.
Ruknettîn Gun ji sala 2010'an ve Derhênerê Giştî yê Hunerê yê Şanoya Bajêr a Amedê ye. Ew, ji bo me wisa qala dîroka Şanoya Bajêr a Amedê dike: "Di sala 1990'î de li Amedê Şanoya Bajêr hate avakirin. Lê dema 1994'an de Partiya Refahê hat ser kar, şano girt. Heta sala 1999'an ev şano girtî ma. Wê salê dema HADEP'ê şaredarî bi dest xist ji nû ve deriyên şanoyê vekir. Ji sala 2003'yan ve jî ev şanoya me lîstikên xwe bi kurdî û tirkî pêşkêş dike. Di van salên dawî de jî zêdetir bi kurdî lîstikan pêşkêş dike."
Antîgoneya ku niha li Stenbolê hate lîstin jî yek ji wan e. Ew dibêje ku li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara temaşevanên şanoyê kêm dibe, lê li Amedê berevajî vê yekê hejmara temaşevanan zêdetir dibe. Li gor gotina Gun di sala 2011'an de 24 hezar kesî li lîstikên wan temaşe kirine. Di vê 5 mehên îsal de heta niha 18 hezar û 500 kes çûne li lîstikên wan temaşe kirine. Her wiha ew dibêje ku par li nav Lîseyan wan lîstik pêşkêş kirine û 3 hezar kesî li wan temaşe kiriye, lê îsal heta niha 6 hezar kesî li wan temaşe kiriye.

Her sal 5-6 lîstikên bi kurdî

Lîstikvanên Şanoya Bajêr hin jê endamên berê yên Navenda Çanda Mezopotamyayê ne, hin jê ji atolyeyên ku wan li Amedê li darxistine gihane û niha li ser dikê dilîzin. Ew her sal atolyeyan li dar dixin û bi vî awayî jî dikin ku her hejmara lîstikvanên xwe zêdetir bikin. Di vî warî de jî wan gelek gav avêtine. Helbet piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin dike ku ew hinek din rehetir karê xwe bidomînin.
Lewma jî di nav şanoya kurdî de koma ku herî zêde lîstikên şanoyê derdixe ser dikê Şanoya Bajêr a Amedê ye. Ew, her sal herî hindik 5-6 lîstikan (ku du jê lîstikên zarokan) derdixin ser dikê û hema bibêje hemû lîstikên wan jî bi kurdî ne. Mirov dikare bibêje di warê lîstikvaniyê de jî wan şanoyên din ên kurd li dû xwe hiştine û derketine pêş. Di warê hejmara lîstikvanan jî heman tiştî mirov dikare bibêje, lewre gelek lîstikvan niha di bin banê Şanoya Bajêr de kar dikin.

Antîgone ne kîn, aştiyê tîne

Çîroka lîstika Antîgone: Antîgone, dubendiya edalet û zagonê digire bin lêpirsînê. Antîgone ku "Ne kîn, ji bo parvekirina hezkirinê tê dinê", di lîstikê de li dû edaletê digere; zagonan, qral û rewşa heyî digire bin lêpirsînê. "Antîgone" lîstikek kevnar a Yewnan e, Berî Mîladê di sala 441'ê de hatiye nivîsîn jî hê jî rojevîbûna xwe diparêze.
Di lîstikê de her karakter ji aliyê hemû lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê ve tê lîstin û şirovekirin. Di lîstikê de her kes Antîgone, her kes Ismene, her kes Kreon e...
Şanoya Bajêr a Amedê bi awayekî serketî Antîgone derxistiye ser dikê. Lîstina Antîgone ku bi xwe jî lîstikek tarî ye, di tarîtî de tê lîstin. Her lîstikvan di dest de du lembe, her ku dest bi axaftinê dikin lembe pê dikevin û ronahî didin rûyên wan ku ev yek mîzansenek serketî ye.
"Antîgone" ji aliyê derxistina ser dikê ya lîstikê, ji aliyê lîstikvaniyê ve serketî ye lê ji aliyê bilêvkirina kurdî û hinek jî ji aliyê wergera wê ya kurdî ve qels e. Bi taybetî derblêdana bi kurdî ya lîstikvanan xav e ku ev yek pirsgirêka sereke ya hemû lîstikvanên şanoyê ya kurdan e.

Lîstika nû: "Xulamê Dû Xwedî"

Li gor agahiya ku ew didin me lîstika wan a nû jî "Xulamê Dû Xwedî" promiyera xwe kir û ji niha û pêde dê derkeve pêşberî temaşevanan. Her wiha amadehiya wan a ji bo lîstikên nû jî didome.

Kunye:
Antîgone
Nivîskar: Sophokles
Derhêner: Celal Mordenîz
Werger: Zana Kiliç
Şêwirmendê Muzîkê: Serhan Erol
Dramartujî: Oguz Arici
Lîstikvan: Ozcan Ateş, Leyla Batgi, Şahabettin Dag, Berfîn Emektar, Mesun Erenci, Rêzan Kaya, Elvan Koçer, Mehmet Musaoglu, Ayşe Sir, Gulê Ulusoy, Kemal Ulusoy, M. Emin Yalçinkaya.

***

Nûçeya eleqedar:

- Lîstikên kurdî dibin mêvanên Festîvala Şanoyê ya Stenbolê

 

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

HDP û Yeşîl Sol Partî rengê dengên xwe eşkere kir

ad

Jin im ez, li vira têm kuştin!

ad

Kurtefîlmên Festîvala Fîlmên Kurt û Kurmancî hatin neqandin

ad

Îbrahîm Ayhan wefat kir

ad

Notên ji hevdîtina BDP û AKP'ê

ad

Contemporary 1500 berheman pêşkêş dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname