logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Jin im ez, li vira têm kuştin!

Çend roj berê ku min û dosta hêja Fatma Savci li ser netê silav da hev ew, bi nivîsekê re mijûl bû. Ku min xwest bixwîni

  • Dîrok: 29/01/2009
  • Beş: Serbest

 

Dizgûnê DEWRÊŞ

Çend roj berê ku min û dosta hêja Fatma Savci li ser netê silav da hev ew, bi nivîsekê re mijûl bû. Ku min xwest bixwînim xatirê min neşikand ji min re bi rê kir.
Nivîseke gelek delal bû; û tê de nirxên hêja hebûn. Ji wê wêdetir jî, bi realîstî hatibû nivîsandin. Mijar di derbarê “Destûra Pirjinî” ku Nûnergeha (Parlamen)a Herêma Federal ya Kurdistanê ku pejirandibû de bû.
Wekî ku di bîra we de ye ku çendekî berê Nunergeha Herêma Kurdistana Federal qanûnek nû erê kir ku mêr, li wê herêmê û li gorî şerîata îslamê bikanin bizewicin!
Û ev qanûna “hêja” ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve jî hatibû pejirandin.
Bi baweriya min ji ber vê qanûnê bereket li ser Kurdistana Federal de biber e. Ez ji vir ve dibînim ku hûnê bibêjin heyran ew mirova dîn e; û hem jî zir dîn!
Kuro ma çi eleqe bi qanûn û bereketê heye?
- Na Na!
Çawa! Gelek eleqe pê re heye.
Di Qur’anê de dihat e gotin ku "jina we, zeviya we ye çi dixwazin biçinin"
Wekîllên parlamentoyê jî ji ber dildariya bi misilmanî “qanûna pirjînî” erê kirin!
Gelek gelek pîroz be li vî welatê mezin.
Bi vê destûrê êdî mêrek dikare heya çar jinan (hûn keçikên bedew fêm bikin) li xwe mar bike, pênc jî, cariyeyê jî ÎCAR yan jî ÎPOTEK bike.
Çend porkejikan jî bi DALLIRan (ev gotina ciwan, navê pareyê birayê mezin Amerîkayê ye û mêrên kurd gelekî rast û wekî xwendina diayan  bilêv dikin) û bi hûrê gewre har bikin! 
Êêê… eva jî tê mana zêde zevî!
Xwedê dîsa bi destê mêran girtiye xuya ye.
Jin?
Ma çi qeda bi jinan ketiye!
Mêr bi destên wan digirin ya!
Em vegerin Bereketê.
Em dîsa vegerin ser hevoka Qurana pîroz ku me li jor dabû diyar kirin  û mêrên kurd yên ji herêma Federal a Kurdistanê, jî  bi dildarî xwestin vê emra pîroz li welatê xwe bicih bikin. 
Pêşî bifikirin ku Xwedê teala ku jin şibandiye zeviyê kêfa wan gelekî hat. Belê ew dihate  wê wateyê ku: “Dive em mêr, bi gelek cure rênçberî yan jî cotkarî re mijûl bibin.”
Yanê camêran nedixwestin heya dawiya temenê xwe bi ‘teamkê’ jiyanê li xwe bikin deşteke tazî û tisî.
Loma jî bêbextî li xwe nekirin û qanûneke wisa amade kirin û pejirandin ku, hê li jiyanê  bihuşt bi ‘dallir’ên neftê, bi gilmanê afrîkîû bi horiyên kurd (hindek jî sparîşên ji Ewropayê) ava kirin.
Herhal di dema rûxandina rejîma Baasê di axaftinên xwe de soz dabûn gel ku ji wan re welat bikin bihuşt!
Xwedê ji wan razî be soza xwe li erdê nehiştin û bi peyva herî zêde ku ji nav lêvên wan difire “cîbicîkirdin”. Bihuşt amade ye de kerem kin!
Tirseke min heye nizanim ji van camêran pirs bikim yan nekim?
Pirsê nekim çêtir e ji wan.
Ez vê pirsê ji we re bikim wekî meraqa dilê xwe. Ma hûn jî wekî min qet li ser vê fikirîn bihuşta wê dinyayê, di bin fermana Xwedê teala de ye û ew li wir namîne; gelo ya me di bin per û baskên kê de ye? 
……
Emaaan de dev ji meraqa min berdin!
Ceneta me gelek xweş e, mêrê simbelboq têde haş e!
De bajo mêro ma tu nabînî ku pêşiya te kaş e!!!

hister35@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tarkanî konserên xwe betal kirin

ad

Kolana Ergenekonê bû Kolana Hrant Dink

ad

“Felaket im” an jî Hunera dij-serdest(î)

ad

Pirtûkên zarokan û çend gotin

ad

Jina Dr Qasimlo Hêlîn Qasimlo mir

ad

Documentarist li benda belgefîlman e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname