Diyarname
FesTîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê di navbera 3-6'ê gelawêjê de dê li dar bikeve. Bernameya festîvalê çend roj berê hatibû eşkere kirin. Niha Walîtiya Dêrsimê ji nav bernameyê ji bo çend komên muzîkê biryara qedexeyê da.
Walîtî biryara qedexeya derketina ser dikê ji bo Grup Yorum, Grup İsyan Ateşi û Veradardz Folk Grubu anî û got, "Li festîvalê derketina ser dikê a van koman ne guncan e."
Komîteya amadekar piştî vê biryarê got ku dê bernameya festîvalê bêyî van koman bidome.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Va ye bernameya Festîvala Mûnzûrê
- Dîrokey Festîvaley Mûnzûrî eşkera bî


