logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

SALA 9'AN: Li ser Şengalê îro çi qewimî?

  • Dîrok: 03/08/2023
  • Beş: Serbest

Diyarname
Îro 9'emîn salvegera dagirkirina Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve û kuştina bi hezaran kurdên êzîdî bû. Bi gotineke din îro salvegera "Fermana 73'yemîn" bû.

Ji bo îro li gelek bajar û welatan gelek çalakî hatin li dar xistin.

Me ew dan hev.

LI IRAQÊ KOMXEBATEK LI DAR KET

Li Şengalê komxebata bi navê ‘Yekîtîya me hêza li dijî zilmê ye’ li dar ket. Li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Dawid Cindî axivî û got; “Me xwest em dengê Şengalê û Deşta Nînowayê bikin yek. Em weke Heyeta Tensiqî ya Şengalê dixwazin beşdarî bernameya hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê bibin û divê hikûmet vê tifaqa me esas bigire.’’

'PIRSIRÊKA ŞENGALÊ PIRSGIRÊKEK SIYASÎ YE'

Li ser navê Waliyê Mûsilê jî Elî Emer Gepo di komxebatê de axivî û got: ‘’Em vê roja reş bibîr tînin, em ji hemû dinyayê re dibêjin ku DAIŞ liv ê çiyayê pîroz şikest. Gelek êş bi me dan kişandin lê me difna wan li erdê xist. Wê dîrok berxwedana Çiyayê Şengalê binivîse. Ez weke kesekî Êzidî dibêjim, pirsgirêka Şengalê pirsgirêkek siyasî ye.’’

LI ŞENGALÊ BI HEZARAN KES MEŞIYA 

Bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Şengalê bi hezaran kes meşiyan. Meşa şengaliyan ji ber avahiyay Meclisa Gel a Şengalê bi dirûşmeyên li dijî êrîş û xiyaneta li civaka Êzidî ya Şengalê hatiye kirin, heta Sûka Kevin ya Şengalê dewam kir. Li Sûka Kevin ya Şengalê meş veguherî mîtîngê û peyamên girîng hatin dayîn. Di meşê de peyama misogerkirina xweseriya Şengalê derket pêş

KONFERANSA LI BEXDAYÊ

Li Bexdaya Iraqê konferansek ji bo Şengalê hat lidar xistin. Di dawî de encamname hat eşkere kirin. Di encamnameyê de wisa hat gotin:

- Bila Hikûmeta Iraqê lêpirsînê derbarê tawanbarên komkujiya Şengalê de bide destpêkirin ku der barê PDK'ê de jî. Bila hikumet Peymana 9’ê Cotmehê ku li derveyî îradeya Êzidiyan hatiye kirin betal bike.

- Di 9’emîn salvegera jenosîdê de, em bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê bi taybet nivîskar, rewşenbîr û saziyên demokratîk dikin ku azadî û mafên pêkhateya Êzidî biparêzin. Li dijî êrîşên hovane yên li ser gelê Şengalê helwesteke tund nîşan bidin û piştgiriya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bikin.

LI ERÎWANÊ DAXUYANÎ

Saziyên Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê çalakiyeke lidar xistin. Girse li Parka Oxakatev ya Erîvanê li hev civiya. Li ser wate û giringiya rojê parlamenter Kinyaz Hasenov, Egîdê Fêro, Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad, Şêx Cemal û berpirsê Radyoya Erîvanê Tîtalê Kerem axivîn.

HIN MEŞ û MERASIM

- Li Mexmûrê bi sedan kes ji bo Êzidiyan meşiyan.

- Li salona Hizba Komunîsta Kurdistanê ya Silêmaniyê bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) û beşdarbûna hinek aliyên siyasî, nûnerê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û welatiyan merasimek li dar ket. 
- Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir ji bo îro got; “Bîranîna sûcê qirkirina Êzidiyên resen û mêrxas, bîranînek bi êş, dijwar û çokdanîna mirovahiyê ya di sedsala nû de ye.”
- ROJAVA: Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê, li Rojava çalakî hebûn. Gel herikî qadên giştî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mûm vêxistin û şehîdên Şengalê bibîr anîn.
- LI PARLEMENA ALMANYAYÊ: Komek  ciwanên kurdên Êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞê hatibûn rizgarkirin li Parlemena Federal a Almanyayê qala serboriya xwe kirin.

LI HERÊMA CIZÎRÊ DAXUYANÎ

Li ber avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê bi amadebûna endamên rêveberiyê daxuyanî hat belavkirin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê daxuyanî xwend û got, "Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku komkujiya li Şengalê wekî jenoside ragihîne. Bila civaka Êzidî jî xwedî li rêveberiya xwe ya xweser derkevin."

SEROKOMARÊ IRAQÊ: EMÊ HEWLDANÊN XWE BIDOMÎNIN

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd peyamek belav kir û got: “Heta tawanbarên jinên revandî neyên dadgehkirin û mafên Êzidiyan neyên dayîn, wê ti desthilat, ti wijdan û ti ruhek rehet nebe. Emê hewildanên ji bo lêgerîn û çarenûsa jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin berdewam bikin.”

KNK: BILA IRAQ XWESERIYA ŞENGALÊ QEBÛL BIKE

KNK’ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) îro peyamek belav kir û got, "Ji bo çareseriyeke mayinde û demdirêj em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku li gel hikumeta Iraqê, meclisa gel û meclisa jinan a Şengalê bixebite ku Êzidxanê weki herêmeke xweser li nava qanûnên Iraqê û navneteweyî bi cih bike.

Yeşil Sol Parti PÊŞNIYARQANÛN DA MECLISA TIRKIYEYÊ

Yeşil Sol Partî (Partiya Çep a Kesk) pêşniyarqanûn da Meclisa Tirkiyeyê. Parlamentera Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît pêşniyarqanûn pêşkeşî Meclisê kir û got: “Bila êrişên li dijî mirovahiyê yên DAIŞ’ê yên li dijî êzidiyan wekî ‘komkujî’ bêne qebûlkirin.”

PEYAMÊN BARZANIYAN

- Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî di peyama îro belav kiriye de got, “Rêkeftina di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan, baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê.”

- Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî: “Divê hemû hêzên ku ne xelkê Şingalê ne ji herêmê derkevin û rêveberî û parastina Şingalê radestî xelkê Şengalê û desthilata yasayî bikin. Divê hêzên têkildarî PKKyê û hemû hêzên ku ji derve hatine ji Şengalê derkevin. Wan hêzan ji bo Êzidiyan tenê bêaramî û bêseqamgîrî çêkiriye û birînên Şingaliyan kûrtir kirine. Li gorî me komkujiya Kurdên Êzidî hîn jî berdewam dike. Hîn jî gelek zarok, jin û merên Êzidî yên ku hatine revandin bêserûşûn in. Heta ku yek Êzidiyê revandî jî mabe ev tawan bi dawî naye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî: “Ji ber xweferzkirina neyasayî ya milîs û grupên çekdar, xwîşk û birayên me yên Êzidî nekarîne vegerin cihê xwe û navçeya wan nehatiye avakirin.. Pêwîst e rewşa awarte ya li Şengalê bi dawî bibe. Em bejna xwe li ber şehîdên komkujiya Şingalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.” 

 


Ji bo fotoyan fermo lînkê bitikînin:

-  SALA 9'AN: Li ser Şengalê îro çi qewimî?

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Em vê hefteyê Bob Dylan dikin mêvan

ad

Koreya Başûr berî DYA û Çînê dest bi 5G dike

ad

Malpera Ergenekon vebû

ad

Baydemir û Zana ji bo PYD û PDK'ê li Hewlêrê ne

ad

Bernameyeke nû: 'Deriyê Din' dest pê dike

ad

Ev xelat wê here mala Barçayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname