Diyarname
Lêkolîneke nûhat kirin û li gor lêkolîna nû kormişkên ku wekî Kormişkên Asyayê hatine bi nav kirin hejmara wan ji 16'an derket 18'am. Ji her diduyên nû ku hatine dîtin yek jê li Culemêrgê, yek jî li Tetwanê hatiye kifşikirin. Di encama lêkolîna DNA'yê de hat eşkere kirin ku ev her du kormişk cureyên nû ne.
Zanyarên Zanîngeha Indiana ya DYA'yê, zanîngeha Plymouth a Îngilistanê û Zanîngeha Ondokuz Mayis a Tirkiyeyê encama lêkolîna xwe li kovara Zoological Journal of the Linnean Society belav kirin. Li gor vê lêkolînê hejmara korkişkên Asyayê ji 16'an derketiye 18'an.
Zanyaran li Culemêrg û Tetwanê ev du cureyên nû yên kormişan kifş kirine û navê 'Talpa hakkariensis' û 'Talpa davidiana tatvanensis' li wan kirine.
Li ser vê yekê di malpera Zanîngeha Plymouth de Alan Willianms agahî belav kirine. Li gor vê agahiyê 3 mîlyon sal in li çiyayan ev kormişk dijîn.
Ev kormişkên li Culemêrg û Tetwanê hatine dîtin li çiyanan dijîn, havînan heta 50 derece germ, zivistanan jî du metre di bin berfê de dikarin bijîn.
Ji Zanîngeha Plymouthê Profesorê Biyolojiyê yê Avê David Bilton gotiye ku hê zêdetir lêkolîn Bêne kirin dê hê pir cure koremişk bêne peydankirin. Williams ji koma ku berê 80 cureyên nû yên heywanan bi taybetî kêzikan peyda kifş kiribû berpirs bû. Loma jî nirxandina wî girîng tê dîtin.


