Ehmed El Esaf / Reqa
Desteya Perwerdehî û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku di 10′ê Rezberê/Îlonê de dê dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyên xwe li pêş xwendekaran vedikin.
Desteya Perwerdehî û Fêrkirinê hewl dide rewşa perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bixe, pergalên xwendinê yên nûjen ku layiqê xwendekarên herêmê ye pêk bîne. Ji bo vê yekê civîn li dar xistin, serdema 2022-2023'yan nirxandin û ji bo serdema 2023-24'an hin biryar girtin.
Der barê plan û xebatên desteyê Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerdehiyê û Fêrkirinê Azad Berazî ji bo ajansa me axivî û wiha got: "Civîna salane ya nirxandina sala xwendinê ya 2022-2023′yan hate lidarxistin. Planên xebata sala bê, piştî nirxandina xebata perwerdehiyê ji tevahî aliyên perwerdehiyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin kirin, hatin danîn."
PLANÊN SERDEMA NÛ
Berazî li ser encamnameyên civînê axivî û got dê ew yek xebata perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bixe, girîngiyê bidin pêdiviyên xwendekar û pergala perwerdehiyê. Berazî wiha dom kir, "Emê kapasîteya pîşeyê yên kadroyên perwerdehî û mamosteyan bilind bikin, pergala şopandin û nirxandina dibistanan bi hevkariya aliyên têkildar deynin, pergala nûjen a hilbijartina mamosteyên di perwerdê û xwendinê de pispor in werin saz bikin. Dîsa rêbazên perwerdeya nûjen ên xwe dispêrin çalakî û lêgerînê çêbikin, rêbazên perwerdeya nûjen peyda bikin û qanûna perwerde û fêrkirinê saz bikin."
863 HEZAR Û 388 XWENDEKAR HENE
Li gorî Desteya Perwerdehî û Fêrkirinê, hejmara xwendekarên li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qonaxên perwerdehiyê de qeyd kirine 863 hezar û 388 e. Hejmara mamosteyan 43 hezar û 99 e û li 4 hezar û 130 dibistanî belav in. Ji wan 379 dibistan îsal hatin sererastkirin û ketin xizmetê.
Li ser pergala nirxandinê Berazî wiha domand: "Ew pergaleke nû ye. Ne pêkan e tu pergal bi awayekî yekser li sektora perwerdehiyê were pêkanîn. Hin pirsgirêk hebûn, hatin derbaskirin û di çarçoveya qonaxên xwendinê de xebat li ser pergalê tê kirin."
HEWLDANA PERWERDEHIYA ELEKTRONÎK
Azad Berazî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em her tim hewl didin her zarokek di temenê xwendinê de li daniştinên dibistanên Rêveberiya Xweser de bin. Em hewl didin xwendin mecbûrî be û hewldanên me yên pêşxistina perwerdehiyê her tim hene. Em hewl didin xwe ji perwerdeya elektronîk nêz bikin û nivîsgehên elektronîk di tevahî dibistanan de peyda bikin."
ANHA
Nûçeya Eleqedar:
-Bi 10 hezaran mamoste ji bo perwerdehiya kurdî xwe amade dikin


