logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li ser Pêşangeha Pirtûkan a Herekolê çi gotin?

  • Dîrok: 01/11/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Xalid Etê / QAMIŞLO

7'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku 28'ê meha pêşiya çûyî dest pê kiribû bi dawî bû. Li ser pêşangehê çi gotin? Me dîtinên hin kesan girtin.

Di pêşangehê de 60 weşanxane û saziyên çandî, ji wan 24 ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 37 jî ji herêmên din ên Sûriyeyê, Urdin, Lubnan, Misir, Îmarat, bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, başûrê Kurdistanê, Iraq û Îtalyayê beşdar bûn.

Par 51 weşanxaneyên xwecih û cîhanî beşdarî pêşangehê bûbûn lê îsal hejmara weşaxaneyên beşdar, zêdetir bû.

Di pêşangehê de 140 hezar pirtûkên bi zimanên kurdî (kurmancî, soranî û kirmanckî), erebî, farisî, tirkî, îngilîzî û fransî hatin pêşandan.

'ÎSAL JI PAR SERKETÎTIR BÛ'

Sumeya Mihemed ku mîna her sal îsal jî serdana pêşangehê kir û hin pirtûk kirîne, nêrînên xwe der barê pêşangehê de bi me re parve kirin. Sumeyeyê got: “Pêşangeha îsal ji ya salên berê serkeftîtir bû. Di pêşangehê de pirtûk û berhemên wêjeyî bi gelek zimanan, bi taybet zimanê kurdî, hebûn.”

Sumeye got herî zêde tiştê bala wê kişandiye ew bû ku malbatan bi hev re serdana pêşangehê dikir û wiha domand: “Pêşangeh û çalakiyên çandî platformên ronîkirina gelan in. Divê ne tenê salane bin, lê dibê mehane û dorveger bin da ku çanda zanist, xwendin û zanînê zêdetir belav bibe.”

‘PÊŞANGEHÊ WÊJEVAN Û REWŞENBÎR GIHANDIN HEV′

Ebdulhelîm Dawî yê ji Girkê Legê jî desntîşan kir ku pêşangeh îsal serkeftî bû û got: “Pêşangeh cihê kombûna rewşenbîr, xwîner û wêjevanan bû.”

Dawî pêşangehên berê bi bîr xistin û got: “Pêşangeh salên berê bi bernameyên xwe yên cur bi cur û civatên xwe yên çandî dewlemend bûn, lê em jê mehrûm bûn. Lê tevî wê jî em ji dûr hatin û kêfxweş in. Her wiha rojên wê jî kêm in û her kes nikare beşdar bibe.”

Dawî hêvî kir ku buhayên pirtûkan dakevin û diyardeya diyariyan zêde be, ji ber ku buha li pêş kirîna pirtûkan dibin asteng.

‘EM BEŞDAR BÛN, LÊ ME PIRTÛKEK NEKIRÎN’

Xwendekara sala yekem a Zanîngeha Rojava Zana Etê jî îşaret bi bilindbûna buhayên pirtûkan kir û wiha got: “Gelek kes beşdar bûn, lê ji ber buhayên giran zêde pirtûk nekirîn. Bi hêvî me buha kêmtir bin da ku em bikarin bikirin.”

“Me tenê li pirtûkan dinêrî. Pêşkêşiyên hunerî, pêşbirk û semîner tune bûn.” Bi van gotinan Zana pêşangeh wesif kir û got di aliyê dewlemendiya bernameyê de lawazî hebû.

′DIVÊ CIHEKÎ GUNCAWTIR JÊ RE WERE VEQETANDIN′

Endamê rêveberiya kovara Şermola Dilşad Murad serkeftina pêşangehê û dewlemendiya wê bi berhemên wêjeyî û berhemên jinan pîroz kir û ji aliyekî din ve jî got li gel asta pêşwazî û beşan cih ne gucaw e û hêvî kir ku pêşangeh di aliyê hejmara rojan de wekî berê be û lidarxistina wê li cihekî firehtir be.

‘SERKEFTINEKE MEZIN E′

Endamê rêveberiya Ebdullah Şêxo Weşanxaneya Neqiş ku weşanxaneyê nûnertiya 8 rolên weşanxaneyê li seranserê cîhanê di pêşangehê de kiriye dengê xwe tev li dengê Dilşad Murad kir û got divê cihekî fireh an jî holeke fireh ji pêşangehê re bihata veqetandin, da ku bi qonaxa pêşangehê gihaştiye re guncaw ba. Şêxo wiha got: "Lidarxistina pêşangehê di van rewşên dijwar de ku Rojava tê re derbas dibe bi xwe serkeftineke mezin e û girêdayî kesên li ser sekinînin û Rêveberiya Xweser e."

Şêxo hêvî kir ku pêşangeh gavên din ji bo pêşketinê pêk bîne û wiha domand: "Divê cihekî guncaw jê re were veqetandin û tiştên tên pêşkêşkirin cur bi cur bin. Ne tenê pêşandana pirtûkan be.”

'GAVEK NIMÛNE BÛ'

Li ser mijarê endama komîteya amadekar a pêşangehê û cîgira Hevserokatiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronahî Hesen axivî û wiha got: “Pêşangeh di aliyê beşdarbûn û berhemên wêjeyî de, pêngaveke nimûne û baş avêt. Dema pêşangehê jî ji ber rewşên heyî û êrîşên dagirkeriyê bû. Ev dem ji bo dewreyên din ne derbasdar e. Li kêleka wê jî di bernameya me de beşên hunerî û semîner jî hebûn, lê plansaziya pêşangehê nebû alîkar."

Ronahî Hesen got beşdariya zêde ya weşanxaneyan ji bo pêşangehê gaveke baş e û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li gorî derfetan me wekî deste hewl da cihekî taybet ji pêşangehê re ava bikin, lê bi sedema derfetên kêm tu alternatîf ji bilî vê hole tune ne."

ANHA

 

 

***

Nûçeya Eleqedar:

- Li Qamişloyê Pêşangeha Pirtûkan dest pê kir 

- Li Qamişloyê Pêşangeha Pirtûkan li dar dikeve

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Beşîkçî ji rayedaran re îmze şandin

ad

Balyozê Îsraîlê serdana ofîsa Rêveberiya Xweser a Berlînê kir

ad

Çi eleqeya Lîga Şampiyonan û Dayikên Şemiyê bi hev re heye?

ad

Zarokan li Hewselê kêf kir

ad

Cihê dengdana serokên partiyan diyar bû

ad

Beştaş û Kenanoglu bûn Hevserokên HDK'ê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname