Diyarname
Tabloyeke wênesazê surrialîst ê spanyol Salvador Dali ku li galeriyeke hunerî ya li New Yorkê derketibû pêşberî temaşevanan hat dizîn.
Rayedarên Galeriya Hunerê ya Venos Over Manhattan got ku kesek wekî kirîner xwe nêzî tabloya bi navê "Cartel des Don Juan Tenoio" bûye û tablo diziye.
Di dîmenên ku kamerayên ewlehiyê kişandibûn de, ew kes ji parêzvanê tabloyê ji bo kişandina wêneyê destûrê dixwaze, çawa parêzvan dûr dikeve, kesê diz tabloyê dadixe, dike torbeyeke reş ku bi xwe re anî bû û diçe.
Dali ev tablo di sala 1949'an de temam kiribû û buhaya tabloyê 150 hezar dolar bu.
Galeriya hunerê Venus Over Manhattan ku vê meha gulanê vebûbû aîdê koleksiyoner Adam Lindemann e. Di galeriyê de berhemên aîdên sedsala 19'an hene. Hêzên ewlekariyê ji bo dizî biqufilin ketine nav hewldanê.


