Diyarname
Lijneya DisîpLînê ya Navenda Giştî ya BDP'ê li ser helbesta mebûsê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer ya li hemberî dixtorekî, cezaya hişyariyê da Uçer.
Uçer di 20'ê avrêla 2012'yan de li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê bi ser dixtorek de çû û li dixtor dabû. Li ser vê yekê BDP'ê mebûs Uçer şand disîplînê. Lijneya Dîsîplînê cezaya hişyarkirinê da Uçer.
Mebûsê Wanê yê BDP'ê Uçer di dema bûyerê de îdîa kiribû ku dixtorî mexsûs li jina wî ya nexweş nenêriye û gotibû: "Dê jina min li hemberî dixtor li cem dozgeran gilî bike."


