logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Soz dan Ehmedê Xanî: Ji bo kurdî çi pêwîst be em ê bikin

  • Dîrok: 12/03/2024
  • Beş: 2024: Hilbijartina-Herêmî

Agirî

Berendamên hevşaredariyan yên DEM Partiyê li pêşiya Turbeya Ehmedê Xanî hatin ba hev û “Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî” eşkere kirin. Berendaman got: “Soz, ji bo kurdî çi hewce bike em ê bikin.” 

Hevberdevkên Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemile Turhalli û Heval Dilbihar û berendamên şaredariyan ên DEM Partiyê hemû bi hev re li ber turbeya Ehmedê Xanî hatin ba hev û “Stratejî û Polîtîkayên Ziman û Çanda Kurdî" eşkere kir.

Deklerasyona ku hatibû amadekirin ji aliyê berendama Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ve hat xwendin.

Va ye ew deklerasyon:

“Zimanê kurdî û çanda kurdewar du hêmanên bingehîn, xweser û jêneger ên neteweya kurd in, ku ji aliyê kurdan ve wekî hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameyên neteweyî tên pênasekirin. Zimanê kurdî û çanda kurdewar ji ber gelek sedeman hê jî di nava dorpêça tunehesibandin, qedexekirin, pişaftin û jiholêrakirinê de ne. Her cureyê zext û êrîşan li ser tê meşandin. Gelê kurd jî bi salan e ji bo ziman û çanda xwe têkoşîneke bêhampe dimeşîne. Qadeke vê têkoşînê qada rêvebiriyên xwecihî ne. 

'PEYWIRA ŞAREDARIYAN, PARASTINA ZIMANÊ KURDÎ YE'

Li Kurdistanê, erk û peywireke sereke ya rêveberiyên xwecihî, meşandina kar û xebatên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî û çand û nirxên kurdewar e. Divê bi taybetî em destnîşan bikin ku ji bo serketina xebatên zimanê kurdî û çanda kurdewar, çawa ku pêwîst e li her qada jiyana civakî xebatên piralî bên meşandin, ji bo meşandina wan xebatan jî teqez divê ji serî heya binî em hemû hevşaredar, endamên meclisê, rêveber û xebatkarên şaredariyên me jî di nava kar û xebatên kurdî û kurdewar de bin.  

'EMÊ ZIMANÊ KURDÎ DI ASTA HERÎ JOR DE BIGIRIN'

Em wek namzetên hevşaradariyên Partiya DEMê û hemû endamên meclisên me, di çarçoveya rêvebiriyên xwecihî yên pirzimanî û pirçandî de, bi taybetî ji ber rastiya rewşa zimanê kurdî û çanda kurdewar, dê di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî û çanda kurdewar di asta herî jor de esas bigirin, ji bo parastin û pêşvebirina wan a ji her milî ve, her dem û li her derê bi awayekî şênber, domdar, mayînde, afirîner û encamgir her kar û xebatên pêwîst bikin. Çawa ku nemir Ehmedê Xanî dibêje ‘Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye’; em jî dê bibin mîmarên zimanê kurdî û çanda kurdewar.  

Li gor vê: 

* Berê her tiştî em ê di mijara zimanê kurdî û çanda kurdewar de stratejî, polîtîka, bername, plansazî û karnameyên xwe yên ji bo her qadê amade û diyar bikin; ji bo pêkanîna wan di asta herî jor de budçe, kadro û xebatkaran veqetînin; dê vê yekê bi raya giştî re parve bikin û ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be bikin. 

'EMÊ XEBATÊN CUR BI CUR BI KURDÎ BIKIN'

* Li dijî kiryarên pişaftina li ser zimanê kurdî û çanda kurdewar, em ê her dem, li her qadê û ji her milî ve, li gor proje, bername, karname û plansaziyên xwe yên demkurt, demnavîn û demdirêj çalakî û xebatên cur bi cur ên zimanê kurdî û çanda kurdewar pêk bînin.

'JI BO ZIMANÊ KURDÎ BIBE XWEDÎ STATU EMÊ TÊBIKOŞIN' 

* Ji bo ku zimanê kurdî bibe xwedî statu, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê em ê ligel hemû sazî dezgehên têkildar di nava têkoşîn û xebatên pêwîst ên domdar de bin.

'EMÊ MIDÛRIYETA ZIMAN Û ÇANDÊ AVA BIKIN' 

* Ji bo meşandina hemû kar û xebatên kurdî, bi kurdî û kurdewarî, em ê di hemû şaredariyên me de Midûriyetên Parastin û Pêşvebirina Ziman û Çandê ava bikin.

* Ji hevşaredaran bigire heta endamên meclisê, rayedar, kadro, karmend, şêwirmend û hemû xebatkarên şaredariyan ji bo ku hişmendiya kurdî bizanibin dê bên perwerdekirin; wekî şertekê bingehîn teqez dê di asteke bilind de perwerdehiya kurdî bibînin; axaftin, xwendin û nivîsandinê di asta herî baş de hîn bibin, bizanin.

'HEMÛ METERYAL Û TIŞTÊN DIN JÎ DÊ BI KURDÎ BIN'

* Materyalên ragihandinê yên şaredariyê yên wekî ragihandin, bangawazî, malperên webê, rûpelên medyaya dijital, tabela, pano, afîş, daxuyanî, bangewazî, kar û xebatên rojane û hwd. ên fermî, girseyî û civakî dê di asta herî jor de bi zimanê kurdî jî bin.

* Em ê li bin banê şaredariyê bulten, pirtûk, kovar, çavkanî û berhemên din ên kurdî biweşînin.

* Ji xizmetên tenduristiyê heta kar û barên perwerdehiyê, ji xizmetên civakî heta xizmetên çandî û aborî, ji xizmetên giştî heta xizmetên ji bo zarok, jin û hemû derdorên din ên civakê, hemû xizmetên şaredariyê dê di asta herî jor de bi kurdî jî bin.

* Em ê navlêkirin û nasandina hemû cih û yekeyên şaredariyê, hemû alav û amûrên di bin sîwana şaredariyê de di heman demê de bikin kurdî jî. 

'EMÊ NAVÊN GUND Û TAXAN DÎSA BIKIN KURDÎ'

* Em ê navên gund, tax, bajarok, navçe, bajar û hemû cih, war, jîngeh, wargeh, zindî, heyber û tiştên bi kurdî yên ku hatine guhertin dîsa bikin kurdî û wisa bi kar bînin.

* Em ê qadên civakî yên hîndekarî û perwerdehiya zimanê kurdî û çanda kurdewar ên wekî kreş, pêşdibistan, dibistan, malên perwerdehiyê û fêrgeh, malên dengbêjan, malên çîrokbêjan, malên lîstikan, pirtûkxane, xwendingeh, wêjegeh, çandgeh, hunergeh û hwd. ên kurdî ava bikin; li van deran di serî de zarok, ciwan û jin bi hezaran kesan perwerde bikin.

* Em ê li gelek deran sazî, dezgeh û akademiyên dîrok, ziman, wêje, çand û huner ên kurdî û kurdewar ên giştî û yên zarok, jin û ciwanan ava bikin; di heman demê de li van deran xebatên lêkolînerî, berhevkarî, tomarkarî, hîndekarî, perwerdekarî, nivîskarî, zimanzanî, wêjekarî, çand û hunermendiya kurd û kurdewar bimeşînin; pêşengî û piştgiriya amadekirin û pêkanîna projeyên derbarê wan de bikin.

JI BO HIŞMENDÎ XEBATÊN PÊWÎST

* Em ê li her bajar, navçe, bajarok, tax, gund û jîngehên Kurdistanê ji bo serwerkirina hişmendî, hîndekarî û perwerdehiya ziman, çand, wêje û hunera kurdî û kurdewar hemû xebatên pêwîst bimeşînin, her cureyê bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin. 

* Em ê di konseyên bajêr ên ku dê li ser bingeha temsîliyeta wekhev û demokratik a kom û civatên xwedî ziman û çandên cuda bên avakirin de zimanê kurdî di asta herî jor de bi kar bînin, bidin bikaranîn û bikin zimanekî sereke.

* Em ê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çanda kurdewar û hemû nirxên neteweya kurd, li gel hemû sazî, dezgeh, platform, însiyatîf, sendîka, ode, weşanxane, karsaz, esnaf, konseya bajêr û derdorên din ên bajêr, navçe û bajarokan xebatên hevpar ên şênber bimeşînin; ji bo ku li her mal, xan, kolan û taxeke bajar û jîngehên me yên din zimanê kurdî û çanda kurdewar serwer bibe çi pêwîst be em ê bikin. 

'EM WEKÎ HEMÛ BERENDAM EV SOZA ME YA SEREKE YE'

Em wekî rêvebiriyên xwecihî yên gelê xwe, ji bo meşandina xebatên li jor û gelek xebatên din ên parastin û pêşvebirina zimanê kurdî, çand, wêje û hunera kurdî û kurdewar teqez bi biryar in, ji bo pêkanîna wan çi pêwîst be em ê bikin; ev sozeke me ya sereke ye ji bo gelê me. Bêguman, em ê vê yekê jî bi gelê xwe re bikin û bi hev re bi ser bikevin.  

Bi vê boneyê; em bang û gazî li hemû gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî, çand û hemû nirxên kurdewar bi serketina hilbijartinên xwecihî tacîdar bike.  

Dem dema zimanê kurdî û çanda kurdewar e!

Her dem zimanê kurdî û çanda kurdewar; li her derê zimanê kurdî û çanda kurdewar!

Ji bo zimanê kurdî û çanda kurdewar her dem têkoşîn, her dem kar û xebat!

Serketin a zimanê kurdî û çanda kurdewar e!”


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
2024: Hilbijartina-Herêmî - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2024

Li Hîlwanê DEM Partî bi ser ket (Va ne hemû encamên 7 cihan)

news
  • 01 06 2024

Li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartin heye

news
  • 06 05 2024

YSK'ê encamên fermî eşkere kirin

news
  • 29 04 2024

Hevşaredarê DEM Partî yê Bîrecûkê ji partiya xwe îstîfa kir

news
  • 08 04 2024

'Tu biryarek ku li gor menfeeta gel nebe li vir dê neyê girtin'

news
  • 07 04 2024

YSK'î serê Xelfetî, Sêwreg, Kerboran û Urgupî de biryar da

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Navên rojan ji ku tê?

ad

2021: Vane hemû pirtûkên salê

ad

16 saliya Diyarnameyê bi coş hat pîrozkirin

ad

Mamosteyên kurd civîneke li dar dixin

ad

Pêşî desteser bike, dûre biryara komkirinê derxe

ad

Tê îdîakirin ku Qedafî hatiye kuştin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname