Diyarname
Komîna Fîlman a Rojava li Qamişloyê çalakiya nîşandayîna fîlman dide dest pê kirin. Ewê her roja pêncşemî fîlmekî nîşan bide.
Komîna Fîlman a Rojava ji sala 2015'an ve xebatên xwe yên li ser sînemayê didomîne. Komîn niha her roja pênceşemî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê fîlmekî yan belgefîlmekî nîşan bide. Komîn dê pêşî fîlmên ku wan çêkirine nîşan bide, paşê dê fîlmên din ên kurdan belav bike.
Bernameya nîşandayîna fîlman 6'ê vê mehê bi nîşandayîna “Dema Şitil Mezin Dibe” dest pê kir. Hemû fîlm saet 19.00'an de têne nîşandayîn.
Bernameya vê mehê bi vî rengî ye:
13'yê Pûşperê:
- Dema Dirîreşkan
20'ê Pûşperê:
- Ji bo Azadiyê
27 Pûşperê:
- Berîtan
Endamê Komîna Fîlman a Rojava Hişyar Mûrad ji bo ANHA’yê wisa gotiye, "Me her mehê plansaziya nîşandana 4 fîlman kiriye. Emê di demên pêş de bernameyê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bidomînin."


