Diyarname
Bi şewata li Çinara Amedê û Şemxera Mêrdînê re şewat ket rojeva kurdan. Ji ber ku ev şewateke mezin bû; 15 kes têde mirin û gelek jî zirar û ziyan.
Ev bû rojêv lê li gelek naçeyên din şewat çêbû, nebû rojev. Hevalê me Bilal Guldem yek bi yek ew dane. Va ye di hefteyek de li cihên ku şewat çêbûye:
- Çinar - Şemrex, 15 kes mirin. Bi sedan sewal telef bûn. Bi deh hezaran erd şewitî.
- Li gundê girêdayî navenda Sêrtê.
- Li Erxenî erdê çandinî şewitî.
- Li gundên Artûklû-Şemrexê şewat çêbû.
- Li Herêma Omeriyan a Mêrdînê şewat çêbû
- Li Qoserê yewat çêbu
- Li hin gundên girêdayî Heskîf û Kercewsa Batmanê yewat çêbû
- Li gundê Seyîdhesen ê Bismilê şewat çêbû.
- Li herêma Çiyayê Sipî ya girêdayî bajarê Deştadarê ya Hezexê şewat çêbû.
- Li derdora Nerdûş a ser rêya Silopî û Cizîrê şewat çêbû.
- Li herêma Seyrantepe ya girêdayî Bismilê şewat çêbû.
- Li Qerejdaxa Amedê şewat çêbû.
- Li ser rêya bejayi ya Batman-Misircê yewat çêbû.
- Li gundê Dizê ya Culemêrgê şewat çêbû.
- Li gundên Xirar û Ofî yên Dêrika Mêrdînê şewat çêbû.
**
Nûçe û nivîsên li ser şewatê:
- Li ser şewata Çinar-Şemrexê du agahiyên nû
- Agir bûye bûkaniyeke sor ji bejna welatê min re
- Bakirhan: Bila herêm wekî 'herêma afetê' bê qebûlkirin
- Konseya Amedê pêşrapora li ser şewatê belav kir; va ye bilanço
- Hejmara kesên mirin derket 12'an; va ne navên wan
- Fotoyên şewanê; dilê mirov diêşînin
- Li Şemrex û Çinarê şewat çêbû, mirî û birîndar hene
Vîdeo:
Çend hezar morîk şewitîn?
Fotoy Eyroy
**


