Diyarname
NATO, bi dirêjahiya xwe "Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur" niha ji bo xwe sekreterekî nû hilbijart. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte ji bo Sekreteriya Giştî ya NATO'yê hat hilbijartin.
NATO ji Ewropa û Bakurê Amerîkayê ji 32 welatan pêk tê. Ev peymana NATO'yê roja 4'ê avrêla 1949'an hatiye îmzekirin û ji wê demê ve NATO heye. Li NATO'yê Sekreterê Giştî 4 salan carek tê hilbijartin, dikarin dema hilbijartina sekreter dirêj jî bikin. Îro ji bo NATO'yê Rutte wekî sekreterê nû hilbijartin.
Ji sala 2014'an ve ji Norwecê Jens Stoltenberg Sekreterê Giştî yê NATO'yê bû.


