Diyarname
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emdullah Gorduk daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku hin kes bi îdîaya dê wan bixin kar pereyan ji însanan digirin û xwest kes nebe qurbanê vê sextekariyê.
Di daxuyaniya ku hatiye belavkirin de wisa hatiye gotin, "Agahî ji saziya me re hat ragihandin ku hin kes an jî kesên ji çavkaniyên cuda pere kom dikin, bi îdîaya ku di nava şaredariya me de ji yekîneyên cuda re xebatkar tên îstîhdamkirin, kesên ku pêwîstiya wan bi kar heye dê bên girtin ku ew kes, dikarin wekî navbeynkar ji bo cîbicîkirina welatiyan di karan de tevbigerin. Mijar şaredariya me eleqedar nake, Em welatiyên xwe hişyar dikin ku nebin qurbaniyên sextekariyê."
Gorduk gotiye, ji bo welatî nebin mexdûrê sextekariyê bila guh nedin belge, gotar û beyanên sexte yên ku bi logoya şaredariyê û li ser navê hevşaredaran hatine amadekirin.


