Diyarname
Fotoastrologê kurd Derya Kawa mîrza fotoyên herî pêşketî yên bi 159,7 megapîksel ên hîvê kişandin ku heta niha tu foto wisa xweşik rûerdê hîvê nişan nedane.
Hîv, her çiqas tenê peyka dinyayê be jî, her demê wekî sembola bedewî û razdariyê hatiye dîtin. Em gelek caran tiştên herî bedew ên ku em dibînin bi ronahiya nerm a Hîvê re bsrawird dikin. Gelek ji me dema ku wê mircana dibiriqe li asîmanan dibînin, kameraya telefonên xwe derdixin û niha Derya Kawa Mîrza hin wêneyên ecêb ên Hîvê belav kirine, ku ew îdîa dike ev wêneyên herî pêşketî ne ku heta niha hatine kişandin.
4 ROJAN BÊNAVBER LI SER XEBITIYE
Malpera Republicê ev agahiyên li jor belav kirine û wisa dom kiriye: "Derya Kawa Mîrza, wênekêşê stêrknasiyê yê navdar ê kurd e, bi serkeftina xwe ya dawî sînorên wênekêşiya hîvê berfireh kiriye: wêneya herî pêşketî ya Hîvê ku heta niha hatiye kişandin peşkeş kir. Ji bo kişandina van wêneyan pêdivî bi çar rojên berdewam ên çavdêrî û kişandinê hebû, wê jî wisa kiriye û topografiya Hîvê bi hûrgiliyên ecêb nîşan daye, ev taybetmendiya Hîvê ku dibe ku berê qet nehatine dîtin nişan dide.
'VÎ WÊNEYÎ CIVAKA STÊRNASÎ MATMAYÎ HIŞT'
Malperê gotiye Mîrza berhema xwe ya şaheser wekî "wêneyê Hîvê yê herî zelal û tûj" bi nav kiriye û wisa gotiye: "Wêneyê dawî bi awayekî ecêb 159.7 megapîksel e, bi mezinahiya pelê 708 gîgabayt e. Ev bi ser hev komkirina zêdetirî 81,000 wêneyên cuda hatiye afirandin, ku encama wê nîşandaneke dîtbarî ye ku civaka stêrnasiyê matmayî hiştiye."
Mîrza ji bo malperê wisa gotiye, "Ev wênekêşiya hîvê ya herî pêşketî ye ku heta niha hatiye kirin, tê de hûrgiliyên balkêş ên rûyê hîvê hene û dibe ku berê tu kesî ew nedîtibe. Ev her wiha wêneyê min ê Hîvê yê herî zelal û tûj e ku min kişandiye."



