Diyarname
Li Herêma Kurdistana Federe ev du sal in hilbijartin li dar neketiye, niha biryar e ku 20'ê meha kewçêrê hilbijartin li dar bikeve. Li gor Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Iraqê di vê hilbijartinê de 49 hezar kes yekem car wê deng bidin.
Va ne hin îstatîstîkên ku komîsyonê belav kirine:
- Ji bo hilbijartina Parlemena Herêma Kurdistana Federe mafê 2 mîlyon û 899 hezar û 578 kesan hene ku deng bidin.
- Ji hilbijêran nêzî 49 hezarî, yanê 48 hezar û 952 kes wê yekem car deng bidin.
- 43 hezar û 214 kesên ji vê 49 hezarî piştî sala 2006'an hatine dinyayê.


