Diyarname
31'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Edeneyê ya Gûzeka Zêrîn bi merasimek Xelata Rûmetê da lîstikvan Demet Akbag û Ugur Polat.
Pêşkêşvaniya merasima xelatdayînê Ceyda Duvencî kir. Lîstikvan Demet Akbag ji destê Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê û Serokê Rûmetê yê Festîvalê Zeydan Karalar girt. Polat jî xelata xwe ji destê Mehmet Aslantug girt.
Festîvala ku roja 23'yê mehê dest pê kir, êvara 29'ê mehê bi merasima xelatdayînê dê bi dawî bibe.


