Diyarname
Akademiya Nobelê yek bi ek kesên dê Nobelê bide wan eşkere dike. Îro jî navê nivîskar Han Kang eşkere kir.
Komîteya Nobelê eşkere kir ku ji bo Xelata Nobelê ya Wêjeyê wan nivîskara ji Koreya Başûr Han Kang guncan dîtiye.
Nivîskar Hang Kang roja 27'ê sermaweza 1970'ê li Gwangju ya Koreya Başûr hatiye dinê. li Zanîngeha Yonsei beşa Ziman û Wêjeya Koreyê xwendiye. Di sala 1993'yan de di kovara "Mungakgwa Sahoe" (Wêje û Civak) de pênc helbestên wê hatine weşandin û bi vê gav avêtiye nava wêjeyê.
Wê di sala 1999'an bi romana xwe “Baby Buddha” Xelata Hunermendên Ciwan girtibû, herî dawî jî di sala 2016'an de bi romana xwe "Vejeteryan" xelateke girîng, xelata Man Booker girtibû. Wê niha Xelata Nobelê ya Wêjeyê jî girt û bû xwediya xelata herî mezin.
Nobelê wisa gotiye, "Wê bi nivîsên şairane jiyana şikestî ya mirovan û travmayên dîrokî aniye ziman, rû bi rû bûye."
**
Nûçeyê Eleqedar:


