logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li ser hilbijartina Başûr agahiyên dawî (tê nûkirin)

  • Dîrok: 20/10/2024
  • Beş: Nûçe

23.00
Komîsyona hilbijartinê rêjeya beşdariyê eşkere kir:
Duhok: Sedî 78
Hewlêr: Sedî 74
Helebce: Sedî 69
Silêmanî: Sedî 65
Li gor encamê PDK li Hewlêr û Duhokê, YNK li Silêmanî û Helebçeyê bûye yekemin.
Di vê hilbijartinê di Nifşê Nû dengen baş girtine. Li gor encamên ne fermî hejmara mebûsan vî rengî dixuye: PDK: 40, YNK: 25, Nifşê Nû: 16, Yekgirtuya Îslamî: 6, Komelî Îslamî: 3, Helwêst: 2, Bereyê Gel: 2 kursî. Kursiyek nediyar e. Her wiha 5 kursî jî ji bo kotayan in.
20.15
Li gor encamên pêşî yên tên li Hewlêr û Duhokê PDK li pêş e. Li Silêmanî YNK li pêş e. Li Duhokê her sê bajaran jî Nifşê Nû dengên girîng girtine.
19.30
Li gor encama dengdanê û beşdariyê li van herêman ji bo hilbijartina mebûsek: Li Hewlêrê 14 hezar deng divên. Li Silêmanî 15 hezar, li Duhokê 16 hezar û li Helebçeyê 10 hezar deng divên.
18.45
Li Silêmanî û Hewlerê bi awayekî awarte ewlehî hatine girtin. Yekîneya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bang li hemwelatiyan kir ku xwe ji xirecirê dûr bigirin.
18.10
Piştî girtina sindoqan rêjeya beşdariyê jî diyar bû: Silêmanî sedî 60, Hewlêr sedî 65, Dihok sedî 70, Helebce sedî 61
HEJMARA KURSIYÊN LI PARLEMENÊ
Dadgeha Federala ya Îraqê îsal roja 22'ê reşemî biryar da ku 11 kursiyên pêkhateyên ên Parlemena Herêma Kurdistanê bêne betalkirin. Bi vî awayî hejmara mebûsan dê ji 111'an katena 100'î.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê roja 20'ê gulana 2024'an rêziknameyeke nû amade kir û li gor vê biryar dan ku li Parlemenê 100 kursî hebin, lê ji vê 5 kursî ji bo pêkhateyan bin. Îro ji bo van 100 kursiyan dengdan li dar ket.
Hezar û 191 berendam hene. Ji bo kotayan jî 38 berendam hene. Ji 100 kursiyan 5 ji bo kotayan in. 95 mebûsên kurd dê bêne hilbijartin. Ji vê 30 kursî ji bo jinan in.
HEJMARA MEBÛSÊN BAJARAN
Li bajaran jî hejmara mebûsan bi vî rengî ye: Silêmanî 36 kursî, Hewlêr 32 kursî, Dihok 24 kursî,  Helebçe 3 kursî
18.00
Dengdan xilas bû. Piştî kêliyek din dê dest bi jimartinê bê kirin. Xelkê yekem car bi rêya sîstema elektronîk deng da. Deng bi rêya sîstema elektorînîk wê bêne hilbijartin.

BEŞDARÎ NAVBERA SEDÎ 53-65'AN DE YE
17.40
Li gor agahiyên ku tên rêjeya beşdariyê bi vî rengî ye: Li Duhokê sedî 65, li Hewlêrê sedî 55, li Helebçeyê sedî 54 û li Silêmanî sedî 53 ye.
17.30
Channel 8 ji Akreyê wisa ragihand, "Welatiyekî dîmen ji Kanal8'ê re şandiye û dibêje: Li navendeke Akrê xelk tevda rijiyane nav navendê û "sextekarî tê kirin", nûnerên YNK û Yekgirtiya Îslamî daxwaza formaya giliyê dikin, lê nadin wan."
Li aliyê din kanalê ragihand ku Asayişa Duhokê êrîşî çavdêrên YNK'ê yên li bajarokê Qesrokê kiriye û vîdeoyeke weşand.

17:20
Beşdariya dengdanê zêde dibe. Li gor komîsyonê heta vê kêliyê rejeya dengdanê derketiye sedî 62’yan.
17.00
Li sînorê îdareya Raperîn rêjeya beşdarbûna dengdanê gihişte ji sedan 60. Li deverê 94 navend hene û 474 sindoq hene. Her wiha mafê dengdanê yê 203 hezar û 380 kesan heye.
14.00
Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Omer Ehmed got ku encamên pêşî wê di nav 24 saetan de werin eşkerekirin.

HETA NÎVRO BEŞDARÎ GELEK KÊM BÛ: DOR 29-33'YAN
12.00
Li hilbijartinê beşdarî gelek kêm e. Li gor vê saetê li Dihokê beşdarî sedî 31, Hewlêrê sedî 34, Silêmaniyê sedî 29 û li Helebceyê jî sedî 33 dixuye.
11.25
Serokwezînê Herêmê û Cîgirê Duyemîn ê Serokê PDK'ê Mesrûr Barzanî li Pîrmama Hewlêrê dengê xwe da. Barzanî ji hemwelatiyan xwest ku ceza bidin ên ku bi çarenûsa gele Kurdistanê dilîzin.
10.00
Serokê Eniya Gel Lahor Şêx Cengî li dibistana Meşxelan a Silêmaniyê dengê xwe da û ji bo çapemenî got, “Hêvîdarim hemû welatî bên ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin. Ji ber ku ev hilbijartin wê guhertin bi xwe re bîne û piştî hilbijartinê jî emê biryar bidin ka emê tevlî hikumetê bibin yan na.”
09.30
Serokê Komela Dadgerî Elî Bapîr li Hewlêrê, Emîndarê Giştî yê Yekgirtû Selahedîn Behadîn li dibistana Meşxelan a Silêmaniyê deng da.
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahid li Silêmaniyê dengê xwe da.
07.30
Serokê YNK'ê Bafil Talebanî li Silêmanî dengê xwe da û bang li gel kir ku herin dengê xwe bidin. Talebanî sipasiya Mazlûm Ebdî kir ku duh piştgirî dabû wî û dûre got; “Emê dawî li vê desthilata yek kesî bînin.
07.00
6'emîn Hilbijartina Parlemena Herêma Kurdistana Federe vê serê sibê saet 07'an de dest pê kir û saet 18.00'an de dê bi dawî bibe.
Bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê hatibû betalkirin. Loma jî hilbijartina vê carê di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê te bi rê ve birin.

 

 

*** 

Li ser hilbijartinê hin Nûçeyên Eleqedar:

- Dengên ku PDK û YNK'ê girtin diyar bûn

- Hilbijartina Başûr: Hêzên ewlehiyê deng dan

- Hilbijartina Başûr: Heta niha 26 binpêkirin hatine tomarkirin

- Li Duhokê bi çek êrîşî YNK’ê kirin

- Va ne xalên li ser Hilbijartina Parlemena Herêma Kurdistanê

- Li Başûr çend partî beşdarî hilbijartinê dibin

- Li Başûr çend hilbijêr hene?

- Pêvajoya Hilbijartina Herêma Kurdistanê hat rawestandin

- Li ser hilbijartina Başûr 3 agahî

- Başûr; Komîsyona hilbijartinê dê navên namzetan eşkere bike

- Nimreyên beşdarên hilbijartina Başûr diyar bûn 

- Bafil Talabanî, 'Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de çêbibin' 

- PDK, 'Em beşdarî hilbijartinê nabin' 

- Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê diyar bû 

- Talebanî: Divê hilbijartinên Parlamentoya Herêmê bi awayekî şefaf bên kirin 

- Hilbijartina Herêma Kurdistanê wê kengê li dar bikeve? 

- Biryar hat dayîn: Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê hat eşkere kirin 

 ** 

- Li Başûr 5 partiyan li ser hilbijartinê li hev kir 

- YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn  

- Ji ber lidarneketina hilbijartina Herêma Kurdistanê 12 mebûsan îstîfa kir    

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mullerî jî navê xwe li dîrokê kir

ad

TTB'ê ji bo birîndarên li Cizîrê banga lezgîn kir

ad

Hunermend Rojda li 6 bajaran konserê dide

ad

Kurdên dûr û dilên nêzîk

ad

Stada nû li Amed Sporê hat

ad

Jinên Amed Spor û Hakkarigucu Sporê dê Super Lîgê de bilîzin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname